Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malikî ji bo ku pevçûnên di navbera endamên eşîran û hêzên ewlehiyê yên li Fellûce û Ramadiyê bi dawî bin, biryar da ku hêzên teqwiye bişînin herêmê. Piştî vê biryarê herêm tê bombebarankirin.
Leşker ji bo ku li herêmê qontrolê bi dest bixin dest bi bikaranîna doçka, tanq û topan kirin. Li herêmên Şuheda, Heyaskerî û 7ê Nîsanê pevçûn bi tundî berdewam dikin. Hat ragihandin ku bi taybetî avahiya qaymeqamtî û qereqola polêsan ya ku DÎŞIyê îdia dikir ku bi dest xistiye, dikin hedefa xwe. Pevçûn îro bi saeta herêmî nêzî 10 û nîvan dest pê kirin û di pevçûnan de kesek mir û 9 kes jî birîndar bûn.
Pevçûn li bajarên Ramadî û Fellûceyê 3 roj beriya niha dest pê kirin û rêxistina DÎŞIyê duh îdia kiribû ku ev her du bajar ketin bin qontrola wê. Şeva din li bajara Selahaddînê navçeya Tûzhûrmatûyê devra Suleymanbegê komeke bi qasî 50 kesî êrîşî baregeha artêşê kir û di encama êrîşî de 5 kes hatibûn binçavkirin.