Li gor agahiyên ewlehiyê komeke bi çek ya ku qasî 50 kesî pêk tê herêma El-Mehamdeya girêdayî Fellûceyê dorpeç kirin û 20 polês revandin.
Hat diyarkirin ku ji bo ku polês bên dîtin hêzên ewlehiyê, ji şêx û mezinên eşîran alîkarî xwestin.
Ji hêla din hêzên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê, li bajarê Ramadiyê ya ku girêdayî Enbarê bombe danîn 3 malan. Ji ber ku mal vala bûn di teqîna bombeyan de tu kes nemir û birîndar nebû.