08 Gulan 2016•Rojanekirin: 09 Gulan 2016
ENBAR
Hat ragihandin ku rêxistina terorê DAEŞ li Iraqê, li başûrê Felluceyê ya ku girêdayî bajarê Enbarê ye, du gundên ku lê du hezar malbat dijîn dorpêç kiriye.
Midûrê Navenda Polêsan a Amiriyeya Felluceyê Arif Duleymî ji nûçegihanê AAyê re wiha got: "Çeteyên rêxistina terorê DAEŞê du gundên ku li bakurê Amiriyeya Felluceyê ne dorpêç kirine. Li gund du hezar malbat dijîn.
Duleymî got ku malbat ji zarok, jin, kal û pîran pêk tê û wiha dewam kir: "Milîtanên DAEŞê bi dehan ciwanên li gund jî birin girtîgehên Felluceyê. Ji bo ku du gund ji destê DAEŞê bên rizgarkirin amadehiyên leşkerî temam bûn."
Artêşa Iraqê roja pêncşemê 6 gundên nêzîkî Felluceyê ji destê DAEŞê rizgar kiribû.