Niha jî pevçûn ber bi bakurê welêt ve belav dibê û wan herêman dixe bin bandora xwe.
Li gor agahiyên ku nûçegîhanê AAyê bidest xist, li Suleymanbega herêma li ser bajarê Selahaddînê komeke ku ji 50 kesan pêk tê di ser 36emîn Sererkaniya Parleşkeriyê de girtin û her du alî pevçûn.
Serokê Komîsyona Ewlehiya Meclîsa navçeya Tûzhûrmatûyê Riza Kewser diyar kir ku hin kesan bi çekên otomotîk û roketavêjan ve êrîşî bircên leşkeriyê kirin û da zanîn ku hêj nayê zanîn ku mirî û yan jî birîndar hene yan na.
Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê piştî pevçûnên li Fellûce û Anbarê diyar kiribû ku Fellûce ketiye bin qontrola wan.
Par jî li Suleymanbegê di meha nîsanê de artêşa Iraqê û komên biçek pevçûbûn.