2016 ж. 05 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 07 наурыз
HELEB
Hat ragihandin ku PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê siyasetmedarê kurd Evdirehman Abûyê ku him endamê Partiya Demokrata Kurdistan a Sûriyê (PDKS) û him jî yê Encumana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ye revand.
Li gor agahiyên ku çavkaniyên herêmî dan PYDya ku Abû ji mala wî ya li Efrînê hildan û nayê zanîn ku birin kê derê. Wan çavkaniyan gotin ev cara sêyemîn e ku Abû ji hêla PYDê ve tê revandin û ji ber rexneyên "PYD çekan dide destê zarokan û wan dişîne eniyên şer, ji xwediyên febrîqe û dikanan xeracê distîne" li PYDê dikir hatibe revandin.
ENKS li Sûriyeyê 12 partiyên kurd di bin banê xwe de dihewîne û muxalifê polîtîkayên PYDê ye. Di Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (SMDK) de ENKS bi 11 endamî ve tê temsîlkirin.