2016 ж. 05 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 06 наурыз
ANKARA / HELEB
Li Sûriyeyê ev hefteyek e ku agirbesta demkî û qismî di rewacê de ye. Hat ragihandin ku hêzên rejimê û Rûsyayê her çiqasî êrîşên xwe yên ser herêmên di bin kontrola muxalifan de zêde kiribin jî xwe ji derên sivîl lê ne qismî dûr girtin.
Agirbest ji nîvê şeva 27ê sibatê pê ve ket rewacê lê hêzên rejimê û Rûsyayê êrîşên xwe yên ku li ser Tirkmendagi, rojavayê Helebê, başûrê Îdlibê, keraxa Gûtaya li rojhilatê Şamê, navenda Derayê û keraxa wê ya rojava domandin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku herêma Lazqiye û Dera ne tê de li deverên din êrîşên ser cihên ku sivîl lê ne kêm bûn û sivîl zêde nayên kuştin.
- Di nav hefteyekê de 75 sivîl hatin kuştin
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) diyar kir di nav hefteyekê de agirbest herî kêm 216 caran hat binpêkirin û 75 sivîl hatin kuştin.
Li Sûriyeyê piştî agirbesta demkî mirina sivîlan her çiqas kêm bûbe jî heta niha ji 18 herêmên dorpêçkirî re bi tenê ji Mûaddamiyeya navçeya Şamê û Kafr Bathaya ser navçeya Gûtaya Rojhilatê re alîkariya mirovahiyê hat şandin.
- Rayedarên NYyê diyar kirin ku hêzên rejima Esed rê li ber şandina alîkariya mirovahiyê digirin.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq pêr gotibû ku li Sûriyeyê ji bo alîkariya mirovahiyê bişînin hewl didin lê hêzên rejima Esed rê li wan digirin.