31 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 01 Sibat 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Heke îhlalkirina sehaya hewayê çêbûbe jî ne pêkan e meriv veşêre, her wiha heke çênebûbe jî ne pêkan e ku meriv bibêje çêbûye. Ne pêkan e ku Rûsya hin îhlalên ku kiriye veşêre."
Serokwezîr Davutoglu ji bo têkiliyên fermî li Erebistana Siûdî ye û li vê derê daxuyanî da.
Davutoglu daxuyand ku Rûsya nikare hin îhlalên sehaya hewayê veşêre, ev ne pêkan e û wiha dewam kir:
"Êdî li dinyayê tu welat îzole nîne, heke îhlalkirina sehaya hewayê çêbûbe jî ne pêkan e meriv veşêre, her wiha heke çênebûbe jî ne pêkan e ku meriv bibêje çêbûye. Ji ber vê yekê ne pêkan e ku Rûsya bi hincetan hin îhlalên ku kiriye veşêre.
Serokwezîr Davutoglu daxuyand ku îhlaleke demkurt çêbû û bal kişand ku îhlal hem ji aliyê radarên NATOyê va hem ji aliyê radarên Tirkiyê va hat tesbîtkirin. Davutoglu got ku dilê wan tuneye ku rageşiya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê zêde bibe û wiha dewam kir: Tirkiye ji bo ku sehaya hewaya xwe biparêze jî her wext hessas e."
"Li Sûriyê hem rejim hem DAEŞ qasî hev sûcdar in"
Serokwezîr Davutoglu diyar kir, "Li Sûriyeyê hem rejima ku qetlîamê dike hem jî DAEŞa ku cînayetên xwînxwar dike bi qasî hev sûcdar in. Em wek Tirkiye em ê Erebistana Siûdî em ê piştgiriya ku didin mixalefeta netundraw bidomînin."
"Helwesta tehdîtkar li berjewendiyên Rûsyayê nayê"
Davutoglu got: "em careke din hişyariyê didin Rûsyayê, ji aliyekê va zirarê dide mixalifên Sûriyeyê, ji aliyekê va li ser sehaya hewaya tirk helwesta xwe ya tehdîtkar didomîne. Ev jî li berjewendiyên Rûsyayê nayê."