Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesê ku ji ber vîrusê miriye 60 salî ye û bi vê re hejmara kesên ku ji ber vîrusa coronê mirine derketiye 59an.
Vîrusa coronê cureyeke SARSê ye û cara ewil di îlona 2012an de hatiye tespîtkirin. Vîrus di serî de li Erebistana Siûdî û li Rojhilata Navîn tê dîtin û zirarê dide gurçik û pişikan.