Hat ragihandin ku ev wêne û dîmen di çarçoveya "sûcên şer yên ku bi destê rejima Esed ve hatine kirin" de dê bên nirxandin.
Anadolu Agencyê di hefteya borî de wêneyên sûcên şer yên rejima Esed bi dest xistibû. AAyê vê heftê jî wêne û dîmenên wehşeta li Helebê bi dest xist. Di dîmenên dawiyê de 220 kesên ku di nav wan de kal, pîr û zar hene xuya dikin. Ceset di çavnêriya Enstîtuya Dadê ya Sûriyeyê de hatin derxistin û nasnameyên wan hatin tesbîtkirin û wêne û dîmenên wan hatin kişandin.