Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyaniyek da û li gor daxuyaniyê hêzên artêşa rejima Esed bi çekên giran ve êrîşî gel kirin. Di êrîşên duh de li banliyoyê Şamê 13, li Helebê 37, li Xûmsê 17, li Hemayê 8, li Derayê 4 li Îdlib û Quneytrayê yek kes bi tevahî 83 kes hatin kuştin.
Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyeyê li ser înternetê vîdeoya zarokeke ku ji bin enqazê hat derxistin parve kir. Hat diyarkirin ku hêzên arteşa Esed bi bombeyên warîlî ve êrîşî gel kirine û ev dîmên jî piştî êrîşê hatine kişandin.