QAHÎRE
Hat ragihandin ku li Misrê biryar hatiye dayîn ku dê dest deynin ser mal û milkê 46 rêvebirên Rêxistina Birayên Misilman (Îxwan).
Serokê komîteya beşa çapemeniyê ya Wezareta Dadê Evdilezîz el-Eşrî li ser dosyeya mal û milkê Îxwanê lêkolîn kir û daxuyanî da rojnamevanan. Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku biryar hatiye dayîn ku dê dest deynin ser mal û milkê 46 rêvebirên Rêxistina Birayên Misilman (Îxwan).