ÎSTANBUL
Serokkomar Abdullah Gul nimêja îniyê li mizgefta Hamîd-î Evvelê kir. Waliyê Îstanbûlê Huseyîn Avnî Mûtlû û Şaredarê Îstanbûlê Kadîr Topbaş jî bi Serokomar Gul re bûn.
Gul piştî nimêjê bi welatî û rojnamevanan re hat li bal hev û cejna wan pîroz kir. Gul li vê derê beşdarî nimêja cinazeyê Şehrî Dûrûkan jî bû û paşê jî bersiva pirsên rojnamevanan da. Rojnamevanek ji Serokkomar pirsî: "Gelo hûn biryara Erebîstana Siûdî ku endamtiya bihorbar a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) red kir çawa dibînin?"
Li ser vê pirsê Gul jî wiha got: "Neteweyên Yekbûyî (NY) her ku diçe di nav wijdana civakê de rûmeta xwe winda dike. Gelek bûyer diqewimin û bêbersiv dimînin. Min jî di civîna Konseya Giştî de ji bo vê yekê rexneyên xwe anî ziman. Wisa tê fehm kirin ku ev biryara Erebîstana Siûdî dê bala dinayê bikşîne û bersivek watedar e. Wan jî sêrî li rêyek wiha daye û divê rêz nîşanî vê biryara wan bidin. Ez wisa hêvî dikim ku bi vê biryarê, dinya jî wê bala xwe bide ser vê yekê."