ÎSTANBUL
Serokomar Abdullah Gul der barê êrîşên Îsraîlê ên li Xezeyê de diyar kir ku êrîşên Îsraîlê ji sînor derbas bûne û wiha got: "Heke êrîş nesekinin, dê bûyerên mezintir biqewimin."
Serokomar Abdullah Gul piştî nimêja îniyê li ber Mizgefta Navendê ya Tarabyayê pirsên rojnamevanan bersivand.
Gul li ser pirsa der barê êrîşên Îsraîlê ên li Xezeyê de diyar kir ku li gelek ciyên diayayê bêhizûrî heye û got ku bi taybetî ji Filistînê heta Ukraynayê tundî her ku diçe zêde dibe û divê her kes helw bide da ku tundî raweste.
Gul destnîşan kir ku divê Îsraîl dawî li êrîşên xwe bîne û wiha got: "Di vê pêvajoyê de her kesî hewl da. Di serî de hikûmeta me, saziyên navneteweyî û dewletên din hewl dan."
Gul di berdewamiyê de wiha axivî: "Mixabin li ber çavê dinayayê zarokên mesûm hatin kuştin. Vê zilma bêsînor a Îsraîlê li dinyayê tovên nefretê belav dike. Divê ev zilm bisekine. Divê Konseya Ewlehiyê teqez li dijî êrîşên Îsraîlê tevdîr û biryar hilde."