Gul bi xanima xwe Hayrunnîsa Gul, bi Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Mustafa Îsen û xanima wî Reyhan Îsenê ve reya xwe avêt û destnîşan kir ku cara ewil e ku gel serokomar hildibijêre û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê 12emîn serokomar dê sibê kifş bibe. Ev ji bo Tirkiyeyê bi xêr be û bibe sedema qenciyan. Wek serokomar hemû daxwaz, nêrîn û pêşniyaza min ew e ku Tirkiye ji îro, ji sibê pê ve vegere li ser rojeva xwe ya eslî. Ez hêvî dikim ku Tirkiye di warê demokrasî û hiqûqê de hêztir bibe û aboriya xwe xurtir bike."
Li giştiyê Tirkiyeyê reyavêtin dê heta saet 17.00an bidome.