Arinç piştî qedandina wezîfeya Serokomar Abdullah Gul û daxuyaniya wî ya ku got ew ê vegere AK Partiyê axivî û qala nêrînên xwe kir.
Arinç wiha got: "Dema Birêz Abdullah Gul vegeriya, teqez wezîfeyeke baş a ku li wî bê dê bidin wî, divê bidin jî. Kes nikare bibêje ku 'Me tu ji Qeyseriyê parlementer nîşan dayî, ev bes e.' Ew ji bo partiya me kesekî gelekî bi qîmet e. Ji ber vê qîmetbûnê, teqez dê li gor wê dê bê tevgerîn."
Arinç axaftina xwe wiha domand:
"Maqûlî li wî tê. Lewra hin kes dê planên din bikin. Dê ji wî re bibêjin 'Were li cem me, partiyeke nû ava bike, bi Tayyîp Erdogan re pev biçe. Li wir yên ku te hez dikin û hez nakin hene, navbera wan veke, provakasyona siyasî bike.' Yên ku vê plan dikin û dibêjin dibe ku hebin. Lê wî ev hemû qebûl nekirin û got 'Ez aidê AK Partiyê me, divê ez vegerim AK Partiyê'. Ev tevger li gor maqûliya Abdullah Gul e. Vê gavê ji xwe hewce nake bila heman bê bibe Serokwezîr an serokê giştî. Ew ê vegere, em ê bi hev re siyasetê bikin, dibe ku qet wezîfeyekê neke jî û bi me re bixebite."
Arinç li ser pirsa divê serokwezîrê nû yekî çawa be jî wiha axivî:
"Bi ya min piştî Recep Tayyîp Erdogan wezîfeya serokê giştî û serokwezîr zor e. Birêz Recep Tayyîp Erdogan serokekî pir bi hêz e. Yekî wek wî di tu partiyan de tune û di siyaseta tirk de bû mînakeke baş. Guh didin gotinên wî. Dikare qeflayan bide li dû xwe û rê ve bibe. Serokwezîrekî pir bi hêz e, şev û roj dixebite û ji bo civakê tiştên bi feyde dike. Bi hezaran mirov li dû wî diçin û kelecanî dibin. Piştî mirovekî wiha kesê ku li dû wî bê, bibe serokê giştî û serokwezîr divê di serokatiyê de pir baş be."
Arinç got ku dê her tim serokwezîrê nû û Erdogan bidin ber hev û wiha axivî: "Ev kes dê tu carî cihê Erdogan negre û wek wî meseleyan çareser neke. Ev ne kêmasiyek e. Ev dayîna Xwedê ye. Di hemû partiyên siyasî de dibe ku hûn rastî tiştên wiha bên. Gelek hevalên me yên wiha hene."