Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan derbarê parlamenterên ku li meclisê hin çalakiyan dikin de wiha got: "Dibêjin em ê qanûnên nû dernexin û nehêlin ku meclis bixebite" bi van gotinan "zordestiya herî giran ew dikin."
Akdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha nivîsî:
"Zordestiya herî giran ew dikin ku dibêjin em ê qanûnên nû dernexin û nehêlin ku meclîs bixebite. Meclis ji xwe re kirine cihê çalakiyan, ev bê hurmetî ye. Gel dê tu caran çalakiya ku bi hevkariya HDP-CHP-MHPyê hat lidarxistin ji bîr neke. Dê tu caran helwesta CHP û MHP ya li hemberî çalakiyên HDPyê neyê ji bîr kirin. HDPyê bi wan çalakiyan TBMMyê kir qada çalakiyan û MHP û CHPyê jî piştevaniya çalakiyên wan kir, ev dê tu caran neyê ji bîr kirin."