ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo ku der barê operasyona li ser Tirba Şah Silêman de agahiyan bide li Baregeha Sererkaniyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Davutoglu daxuyand ku duh êvarê di saet 21.00an de operasyonek li ser Tirba Şah Silêman hatiye kirin û emanetên manewî anîn Tirkiyeyê.
Davutoglu got ku navê operasyonê Şah Firat e û wiha axivî: "Bi 39 tankan, 57 wesayîtên bizirx, 100 wesayît û 572 leşkeran ve em ketin Sûriyeyê. Di saet 00.30an de yekîneyên me gihîştin Qereqola Rêzê ya Şah Silêman. Di saet 09.02an de yekîneyeke me ya din û yekîneyên me yên tankê ji der û dora Eşmeyê ketin axa Sûriyeyê. Li wê derê ji bo ku cihekî pîroz ê nû bê tanzîmkirin û neql bê kirin perçeya axê hildan di bin kontolê. Di saet 09.02an de jî li ser axa Sûriyeyê alaya me hat çikandin. Ji bo ku îstîsmar neyê kirin, piştî ku emanetên manewî hatin hildan cihên ku li dû man jî hatin xirabkirin."
- "Ev emanet wê ji bo demekî li Tirkiyeyê bên parastin"
Davutoglu got ku ev emanet neqlî Tirkiyeyê kirin û wê bi merasimeke dînî ve di nav çend saetan de li cihekî yanî ji bo demekî wê li Tirkiyeyê bên parastin. Herêma Eşmeyê ya Sûriyeyê ji hêla leşkerên me ve hat kontrolkirin û niha li wir alaya me hatiye çikandin."
Serokwezîr Davutoglu got ku operasyoneke serkeftî hatiye kirin û wiha dewam kir: "Di qada hiqûqa navneteweyî de tu mafekî me nehatiye zayîkirin. Dîsa ji ber nirxa manewî di axa Sûriyeyê de hatiye parastin. Der barê ve de danezanên ku hewce dikin hatine kirin. Ez dixwazim bibêjim ku gelek, ancax xwedî li dîroka xwe derkeve dikare pêşeroja xwe ava bike. Gelên ku xwedî dîrok û sembolên dîrokî dernekevin nikarin pêşeroja xwe ava bikin."
Davutoglu got ku ji bo gelê sîvîl kes nemre di serî de Artêşa Suriyeyê ya Azad û hêzên koalîsyonê hatine agahdarkirin û wiha dewam kir: "Ji tu kesî destûr û alîkarî nehatiye hildan. Heke di dema operasyonê de kî dibe bila bibe kesek derketa li pêş me, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê yên bişeref wê ev astengî ji holê rakirana. Wê rîska pevçûnê hildana û heta Qereqola Şah Silêman biçûna û wan emanetana bi sax û silamet bianînana welatê me."
Davutoglu daxuyand ku hewcedariya wan bi Hêzên Hewayê çênebûye û wiha axivî: "Ji saet 21.00an pê ve hemû aliyan dizanibûn ku heke li dijî vê operasyonê mudaxaleyek bikirana encam çi dibû bila bibuya wê bertekeke xurt bidîtana. Ji ber ku her kesî ev dizanibû û haya wan ji hêza Tirkiyeyê heye pevçûnek çênebû û kesên sîvîl jî tu kes nemir."
- Ji ber qezayekî leşkerekî me şehîd ket
Serokwezîr Davutoglu hurgiliyên operasyonê vegot û wiha axivî:
"Leşkerên me yên dawîn di saet 04.45an de ji vê derê veqetiyan û di saet 06.30an de tîma ewil gihîştin Tirkiyeyê. Tîma duyem jî li du wan yek bi yek sax û silamet hatin. Lê mixabin leşkerekî me ne ji ber pevçûnê, ji ber qezayekî şerbeta şehadetiyê vexwar."
Serokwezîr Davutoglu der barê taybetmendiya Silêman Şah de jî agahî da û wiha axivî:
"Silêman Şah pêşengê eşîra Kayiyan e. Piştî ku li kêleka çemê Firatê wefat kiriye li Kela Caberê hatiye definkirin. Ji ber vê ev der ji bo gelê tirk bûye cihekî pîroz û dîrokî. Piştî Şerê Dinyayê ya Yekem di sala 1921an de bi Fransayê ve peymanek hat kirin. Mekanê ezîz a Şah Silêman a li Kela Caberê wek axa tirk hat qebûlkirin. Di sala 1939an de ji Kela Caberê neqlî cihekî din hat kirin. Pişt re di sala 1975an de dema bendav hat çêkirin ew neqlî nêzîkî gundê Karakozakê kirin."