Di Lijneya Giştî ya Meclisê da parlementerên heyama 25an sond xwarin.
Lijneya Giştî di serokatiya Parlementerê CHPyê yê Antalyayê Deniz Baykal da ku parlementerê herî kal e, civiya.
Piştî ku parlementerên ciwan Parlementera HDPyê ya Wanê Tugba Hezer û Parlementera AK Partiyê ya Tokatê Fatma Gaye Gulerê di Dîwana Serokatiyê da ciyê xwe girtin, Baykal rûniştin da destpêkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî ji bo sondxwarina parlementeran temaşe bike di loceya Serokomariyê da rûnişt.
Piştî xwendina Sirûda Neteweyî Baykal axivî.
Komên partiyan di Lijneya Giştî da li gor pergala teze rûniştin.