Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) û Parlementera HDPyê ya Şirnexê Selma Irmakê der heqê daxuyaniya li Dolmabahçeyê ya ku ji bo çekdanîna PKKyê hat kirin da wiha got: "Em daxuyaniya hevbeş girîng û dîrokî dibînin."
Irmakê li Salona Konferansê ya DTKyê daxuyaniya çapeniyê da û hevdîtina di navbera Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Efgan Ala, Cîgirserokên Koma HDPyê Pervîn Buldan, Îdris Baluken û Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder da ku li Ofîsa Serokwezîriyê ya li Dolmabahçeyê hatin bal hev, nirxand.
Irmakê destnîşan kir ku daxuyaniyên piştî hevdîtinê hatin dayîn muhîm in û wiha dewam kir: "Wê civak û raya giştî geşedanên ku wê biqewimin bibîne. Em ê bi hev ra bibînin ku wê di mizakere û pêvajoyê da çi derkeve. Ji ber vê jî em daxuyaniya hevbeş girîng û dîrokî dibînin."
Irmakê got ku heger em bixwazin mizakere pêş kevin û gavên dîrokî bên avêjin, divê em jidil bin û wiha dewam kir: "Divê di ciyê Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî da pakêteke ku maf û azadiyan berfireh dike bînin rojeva Meclisê. Divê demildest tevdîrên ku rê li ber demokrasî, maf û azadiyan û siyaseta demokratîk vedike bên avêtin ku di mehên biharê da KCK biryareke wiha bigire ku li dijî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî rawestîne. Hêviya me ew e ku ji bo aştiyê bibe wesîle û gelê me di nav aştiyê da bijî. Bira ev welat bibe ceneta fikr, bawerî û nasnameyan."