Li Şirnexê serkeftina tîma neteweyî bi coş hat pîrozkirin
Şırnak
Li Şirnexê serkeftina Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Ayê ya ji ber ku li hemberî Kosovayê bi 1-0 bi ser ket û heq kir ku beşdarî Kupaya Dinyayê bibe, bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Walîtiya Şirnexê bi diruşmeya "Li Şirnexê kêfa pêşbirkê ya li ser ekrana mezin" li Salona Navenda Ciwaniyê ya Midûriyeta Bajêr a Werziş û Ciwaniyê bernameyek li dar xist.
Welatiyan bi alayên Tirkiyeyê va pêşbirk temaşe kirin.
Dema ku tîma neteweyî di fînala tûra play-offê ya Hilbijartinên Ewropayê ya Kupaya Dinyayê ya FIFA 2026an da bi 1-0 Kosovayê têk bir, welatî pir kêfxweş bûn.
Welatî bi alayên Tirkiyeyê va şa bûn û li nav bajêr bi wesayîtên va tur avêtin.
Midûrê Bajêr ê Werziş û Ciwaniyê Fedaî Dîn, Midûrê Bajêr yê AFADê Muzaffer Îşlek û Midûrê Bajêr yê Xizmetên Malbat û Civakî Salîh Kaya jî bi welatiyan ra pêşbirk temaşe kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
