Ustun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Tirkiyeyê çend sal berê ji bo Kampa Mexmûrê ya nêzî bajarê Hewlêrê hewl dabû.
Ustun wiha got: "Hincetên avakirina Kampa Mexmûrê êdî ji holê rabûn. Êdî Tirkiyeyeke nû heye, pêvajoya çareseriyê dimeşe. Li Tirkiyeyê êdî xwedî li nasnameyan dertên, rêzê nîşanî nasnameyan didin."
Ustun got ku "Dema mirovan ji Tirkiyeyê koç kir û çûn wir, hincetên wan hebûn, êdî ew hincet neman. Mirovên ku koç kirin û çûn wir, heke vegerin dê baş bibe, em vegera wan teşwîq dikin."
Ustun destnîşan kir ku ji bo vegera kesên ku koç kiribûn verastkirin hatin kirin û wiha dewam kir: "Ji bo ku ew vegerin gundên xwe zagon hene. Ji bo vegerê derfetên madî û teşwîq hene. Ji ber vê çendê em dixwazin ku mirovên li wir di demeke kurt de werin. Ji ber ku DÎŞI êrîşan dibe ser wir, em DÎŞIyê şermezar dikin. Em van êrîşan naxwazin, lê bira werin xwe bispêrin dewleta xwe. Dewleta Komara Tirkiyeyê xurt e, em ê hem ewlehiya wan temîn bikin û hem jî rêzê nîşanî nasnameya wan bidin. Êdî nîqaşên nasnameyê li Tirkiyeyê qediyan. Tirk, kurd, çerkez, tirkmen, koçer, her kes êdî xwe îfade dike. Ji ber vê çendê ez wisa difikirim ku êdî tu hincet nemaye ku tu kes li Kampa Mexmûrê bimîne, divê kamp bê girtin. Bila vê kampê bi xwe bigrin û werin li Diyarbekir, Wan, Sêrt, Stenbol û Îzmirê bijîn."