Alîkarê Serokê Gişkî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Osman Sozen got: "Bûyerên ku li Cizîrê diqewimin xebatên pêşîlêgirtina pêvajoya çareseriyê ne."
Sozen di civîna çapemeniyê ya ji bo rapora lêkolînên der barê bûyerên Cizîrê hat amadekirin da axivî û diyar kir ku di van bûyerên dawiyê da 4ê wan zarok 6 kes hatin kuştin.
Sozen eşkere kir ku li ser bûyeran heyetek li ser navê ÎHDyê çû navçeyê û wiha pê da çû: "Çima der heqê bûyerên ku tê da mirov mirin lêkolîneke berfireh nayê kirin? Çima sedema biryara bidizî rêvebirina dosyayê nayê parvekirin? Çalakiyên li dijî mafê jiyanê çima li Cizîrê li dijî zaroka tên kirin? Em ji mifetişan ra salox didin ku bira bi van pirsan dest bi lêpirsînê bikin."
- "Divê kiryarên bûyerê derxin pêşiya dadê"
Sozen got: "Di salên 1990an da herî zêde înfazên bêdarizandin li Cizîrê hatin kirin. Di sala 2015an da jî li Cizîrê bi zanayî ev kuştin tên kirin. Bûyerên ku li Cizîrê diqewimin xebatên pêşîlêgirtina pêvajoya çareseriyê ne. Divê meqamên dadê delîlan li gor hiqûqê berhev bikin. Der heqê kesên ku delîlan reş dikin da li gor qanûnê lêpirsîn bên kirin û kiryaran derxin pêşiya dadê."
Sozen destnîşan kir ku divê der barê berpirsiyarên bûyerê da komisyonek bê avakirin û partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî beşdarî vê komisyonê bibin.