Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û Parlementerê Stenbolê yê HDPyê Sirri Sureyya Onder hatin bal hev.
Hevdîtin li Serokatiya Koma AK Partiyê ya li Meclisê pêk hat. Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mahîr Unal jî beşdarî civînê bû.
Alîkarê Serokwezîr Akdogan piştî hevdîtinê li ser pirsa rojnamevanan a "Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî wê hefta pêş me derkeve?" got "Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî wê derkeve."
Li ser pirsên pêvajoya çareseriyê û Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî Onder jî got ku wî fikrên xwe ji Akdogan û Unal re gotine.
Onder got ku hevdîtin wê dewam bikin.