Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan bi hin nûnerên rojname û têlevîzyonan yên Enqereyê re hat bal hev û der heqê rojevê de axivî. Akdogan li ser pêvajoya çareseriyê sekinî û wiha got: "Vê gavê wisa dixûyê ku PKK wê di demeke kurt de kongreyê necivîne û çekê daneyne."
Akdogan li ser polîtîkayên HDPê jî sekinî û wiha axivî:
"Tu (HDP) bi terorîstan re merasimê çêdikî, bi çekdaran re têyî bal hev û ew jî li ser çekan propagandayê dikin. Yanê helwesta ku çekan diparêze û di bin siya çekan de çûyîna hilbijartinê ne li gorî demokrasiyê ye. Tu bi hêza çekan rayan distînî, ev şikê dike ser rayên HDPyê. Divê ji vê dûr bisekine. Divê HDP bang bike, heger yên çekdar li meydanê bigerin wê HDP wekî partiya rêxistinê xuya bike û baweriya bi HDPyê ji holê rabe. Îmaja wê ya li rojava jî têk diçe. Ev li dîjî wan e. Li vê derê di navbera demokrasî teror û çekê de ferq heye, yek jê spî ye, yek jê reş e. Ev hewl didin ku rengekî gewr çêbikin û naxwazin dewlet midaxaleyî wan jî bike. Dewlet çima temas neke? Ji bo ku welatî bi awayekî azad reya xwe bide, dewlet mecbûr e ku tevdîrê bibîne."