Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç ji bo êrîşa terorî ya ku li Sirûcê qewimî û bû sedema mirina 32 kesan de got: "Di ser de wext derbas bû û polêsan got ka em dîsa milet û derdorê kontrol bikin lê wezifedarên şaredariyê bi taybetî destûr nedane û gotine 'Ev der ewle ye û di bin kontrola me de ye, em polêsan naxwazin. Ez vê yekê ji bo ku rojnameya Tarafê bibihîze dibêjim."
Arinç piştî civîna lijneya wezîran a ku li Qesra Çankayayê di bin Serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de hat kirin derket hemberê çapemeniyê û daxuyanî da û diyar kir ku li gor dîtina wî wisa xuya dike ku AK Partî nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike û ji ber vê jî wê teqez yan bi CHP û yan jî bi MHPê re hikûmetê ava bike."
Berdevkê hikûmetê Arinç bal kişand ser rexneyên der heqê Pêvajoya Çareseriyê ku her du partî jî car caran parve dikin û wiha pê de çû: "MHP bi tevahî li dijî pêvajoyê disekine û CHP jî hin xalan rexne dike. Lê ji bo asta ku em niha hatinê dikarim bi dilrihetî bibêjim ku ji bilî gotinên polîtîk tu rexneyên wan ên ku bên qebûlkirin tunene. Ji ber vê jî di heyama nû de hikûmet bi kê re dibe bila be dema bê avakirin lazim e li ser Pêvajoya Çareseriyê bi awayekî berbiçav bê sekinîn."
Arinç destnîşan kir ku partiyeke siyasî divê tu carê li hêla çek û tundiyê cih negire û wiha pê de çû: "Him beriya van bûyeran û him jî di dema bûyerê de daxuyaniyên ku Birêz Demirtaş, Yuksekdag û partiyiyên din kirin nîşan da ku HDP hê jî bi rêxistinê re radibe û rûdinê. Ew kesa ku jê re dibêjin hevserok dikare bibêje ku 'em pişta xwe didin PYD, YPG û YPJê'. Ev hemû rêxistin jî baskên PKKyê ne û ji bo heman karî xizmetê dikin û rêxistinên çekdar in."
Alîkarê Serokwezîr Arinç ragihad ku ew dixwaze ji wan kesên dibêjin polês li wê derê tunebû bipirse gelo çima di nav kesên ku mirin de ne ji şaredariyê kes hebû û ne jî ji rayedarên HDPê yên navçe û bajarekî kesek hebû. Gelo çima beşdarî nav vê komê nebûn?
Arinç der heqê mijara li Ceylanpinarê şehîdkirina 2 polêsan de wiha got: "Hem îstixbara me û hem jî hêzên me yên ewlekariyê bilez lêkolîn dikin, gelo Tîma Fedaî ya Apocî, têkiliyeke wan bi PKKyê re heye an na, an gelo bi ser xwe ev çalakî pêk anîn, yan jî ji bo propagandayê daxuyaniyeke bi vî rengî dan. Lêbelê em ji kîjan aliyê ve lê mêze bikin jî, sûcekê terorê ye ku rêxistineke terorê pêk anî. Xwîn hatiye rêtin. Xwîna ku hatiye rêtin, xwîna ezîz a polêsên me ye. Xwedê bila rehma xwe li wan ke û teqez kiryarên vê dê beramberiya vê kiryara xwe bibînin."
"Li ser sînor dê sîstema ewlekariya fîzîkî were avakirin"
Bulent Arinç der heqê tevdîrên ewlekariyê yên li ser sînorê Sûriyeyê de jî wiha xeberda:
"Sîstemeke sînor a entegrekirî yan jî sîstema ewlekariya fîzîkî ya sînor a der heqê rûdanên ku li ser sînorê Sûriyeyê diqewimin de bi taybetî jî bi biryara me ya Lijneya Wezîran a ku ji sînorê me yê Sûriyeyê berpirsiyar tê girtin, me ji Wezareta me ya Parastina Neteweyî û Wezareta me ya Karên Navxweyî ya ku di hin waran de hatiye wezîfedarkirin, pêşkêşiyeke hevpar guhdarî kir. Li vir a girîng ew e ku li hemberê gefa DAEŞê asêkirina noqteyên derbasbûna terorîstan e û ji bo vî jî danîna astengiyên fîzîkî ne. Dê li ser sînor sîstema ewlekariya fîzîkî were avakirin."
Arinç bal kişand ku bi rêya propagandaya ku (li hemberê DAEŞê Hikûmeta Tirkiyeyê têra xwe têkoşîn nake) kampanyayeke mezin tê meşandin û wiha got, "Ev dereweke nemerd e. Tu noqteyeke wê rast nîne. DAEŞ rêxistineke terorê ye ku Tirkiye lê lenet dike. Welatê me biryardar e çawa ku bi her cure terorê re têdikoşe, dê bi vê rêxistina terorê re jî têbikoşe."
Biqasî 600 kesî hatin binçavkirin
Alîkarê Serokwezîr Arinç daxuyand ku ji 1ê Rêbendana 2015an heta îro bi gumana ku têkiliya wan bi rêxistina terorê DAEŞê re heye, 600 kes hatin binçavkirin û wiha domand:
"Ji van 102 kes hatine girtin. Ji destpêka 2015an û pê ve li Sûriyeyê hezar kes tevî komên ku wekî radîkal tên binavkirin, bûne. Ez kesên ku beşdarî DAEŞê bûne qesd dikim. Hejmara kesên ku beşdarî PYDyê bûne jî dora hezar û 500, 2 hezar kesan in."
"Faydeya wê tuneye ku TBMMyê vexwînin civîna derasayî"
Alîkarê Serokwezîr Arinç der heqê banga Selahettîn Demîrtaş a kombûna TBMMyê ya bi awayekî derasayî de jî wiha axivî: "Em wekî hikûmet wekî şexsê xwe pê fayde nabînin ku TBMMyê vexwînin civîna derasayî. Ji ber ku heke civîneke wiha pêk were mimkûn e ku di navbera partiyên siyasî de nîqaşên pir mezin derkevin û dê bibe sebeb ku ji xeta xwe derkeve û dibe ku em bi tevgereke wisa re rûbirû bimînin ku me qet hêvî nedikir."