Bitçeya 2015an a ku Lijneya Wezîran a Iraqê, meha borî ya kanûnê qebûl kir, ji ber kêmasiya bitçeyê û hin pirsgirêkên darayî, ji parlementoyê derbas nabe.
Lijneya Giştî ya Perlementoyê çend caran li ser bitçeya 2015an a ku bi biryara Lijneya Wezîran hat qebûlkirin, hevdîtin kir; lê parlementeran ev biryar erê nekir.
Nûnerê Komisyona Lêkolîna li ser Gendeliyê ya Parlementoyê Mûna Kasim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Lijneya Wezîran hesabên malî yên der barê bitçeya 2015an de, şand Parlamentoyê. Ji ber ku hikûmeta nû li ser polîtîkayên bêkêr ên hikûmeta berê hatiye damezrandin, erêkirina bitçeyê dereng ma."
Nûnerê Komisyona Darayê Mesût Haydar jî destnîşan kir ku hevdîtinên li ser bitçe û hin pirsgirêkên din de berdewam dikin û wiha got: "Ji ber ku bihaya neftê ji sedî 50yî daket. Ev jî dê dibe sedema mezinbûna vekirina bitçeyê. Em jî ji bo ku kêmasiya bitçeyê temam bikin hin tevdîran hildidin. Dema ku em tevdîran hildidin jî mehaneya karmendan, jiyana rojane ya welatiyan û qadên xizmetê yên girîng didin berçavên xwe ku kes mexdûr nebe."
Haydar got ku rapora derbarê bitçeyê de, Komîsyona Darayiyê dê bêşkêşî parlamentoyê bike û rapor dê an heta dawiya rêbendanê an jî heta serê sibatê bê erêkirin.
Ji sedî 95an dahata bitçeya Iraqê ji dahata neftê pêk tê. Ji ber êrîşên DÎŞIyê û daketina bihaya neftê tê texmînkirin ku bitçeya 2015an dê 100 milyar dolar be. Bitçeya 2014an 143 milar dolar bû û ya 2015an li gor vê daket, dibe ku ev jî di nav welat de bibe sedema krîzên darayî. Hikûmeta navendî jî ji bo ku ber li vê bigre plan dike ku ji welatiyan baca wesayit, înternet û têlefonên desta bistîne.