Hat ragihandin ku li wilayeta Enbara Iraqê dijî DÎŞİya rêxistina terorê operasyon kirin. Di operasyonan de 40 militanên DÎŞİyê hatin kuştin.
Mudirê Ewlehiyê yê Enbarê Kazim Mihemed Fehdavî daxûyanî da nûçegîhanê AAyê û ragihand di operasyonên ku aşîretên çekdar û yekineyên artêşê bi hevre li bajarê Ramadiyeyê li ser cihên DÎŞİyê li dar xistin de 20 milîtanên DÎŞİyê hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Fehdavî got ku hêzên koalîsyon yên girêdayê DYAyê jî li herêma Secariyeyê li ser cihên DÎŞİyê êrîşa hewayî li darxist. Di bombebarandinê de 20 milîtan hatin kuştin û 2 bargehê wan jî hat hilweşandin.