Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Derdorên ku eşkere îfade dikin ku bala xwe didin rêxistina terorê, şermezariyeke mezin e ku li hemberê çalakiyên terorê yên PKKyê bêdeng dimînin, wê curetê di xwe de nabînin ku êrîşan şermezar bikin."
Erdogan di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya der heqê êrîşên terorê yên li Şanliurfayê de diyar kir ku ew, li Ceylanpinarê bi destê PKKyê şehîdkirina 2 polêsan bi awayekî tund lenet lê dike.
Serokomar Erdogan got ku Xwedê bira rehma xwe li polêsên şehîd Feyyaz Yumuşak û Okan Acar ke. Erdogan serxweşî jî da malbat û xizmên herdu polêsan.
Erdogan wiha got:
"Dewleta me ya ku PKK û DAEŞ jî di navê de li hemberê her cure terorê ye, ji bo tespîtkirina faîlên êrîşa terorê ya li Sirûcê ya ku bû sedema mirina 32 welatiyên me û faîlên şehîdkirina herdu polêsên me yên li Ceylanpinarê, hemû derfetên xwe seferber kiriye. Hin derdor, cinayetên nemerd ên PKKya ku şehîdkirina herdu polêsên me hilda stûyê xwe naxwazin bibînin, rêxistina terorê ya navborî dikin ku şêrîn bidin nîşan. Ev jî eşkere dide nîşan ku niyeta wan çi ye. Miletê me yê ezîz yê ku wisa pê bawer e ku dîn, milet û mezheba terorê tuneye, bi tu hincetê wehşet nikare mafdar were nîşandan, herwisa jî dizane ku rêxistineke terorê bi yeke din nayê tercihkirin."
Erdogan wiha got: "Derdorên ku eşkere îfade dikin ku bala xwe didin rêxistina terorê, şermezariyeke mezin e ku li hemberê çalakiyên terorê yên PKKyê bêdeng dimînin, wê curetê di xwe de nabînin ku êrîşan şermezar bikin."
Erdogan bal kişand ku ewê bi tu awayî destûrê nedin wan kesên ku qesdê hizûr û îstiqrar, yekîtî û hevrabûna milet dikin û wiha domand: "Êrîşên terorê yên dawîn bi vî wesîleyê dîsa lenetê lê dikim û Xwedê bira rehma xwe li welatiyên me yên ku di êrîşan de mirin bike û şifayê bide birîndarên me."