Serokwezîr Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da.
Daxuyaniya ku Davutoglu da ev e:
"DAEŞa qesdî canê ciwanên me dike û PKKya ku bi bêbextî guleyan berî esker, polês û welatiyên me yên mesûm dide yanî hemû rêxistinên terorê bi kîjan armancê û ji çi çavkaniyê dibe bila be ku xwe têr dikin wê ji me heman bersivê hildin."
Hêzên me yên ewlehiyê der heqê du polêsên me yên ku li Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê hatin şehîdkirin de lêkolîna xwe bi pir aliyî didomînin. Ew kes û yan jî kesên ku vê êrîşa bêbext li dar xistin wê di demeke kurt de bên qefaltin û teslîmî edaletê bên kirin bila di vê mijarê de şika tu kesî tunebe."