Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç diyar kir ku ew ji dilê gel dengên xwe distînin û got "Dibe ku kesên din tehdît bikin, bibêjin ku 'ji vir filan kesî re deng derkeve wey li halê we'. Ev bandorê li ser mirovên tirsonek dikin. Mirovên wekî we wêrek di bin bandora van de namînin. Em ji dilê mirovan deng digirin, lê ew hewl didin ku bi çavtirsandinê deng bistînin."
Arinç di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat Şirnexê, bajaroka Kumçatiyê ziyaret kir û li malekê bi welatiyan re sohbet kir.
Arinç vir axivî û got ku di hilbijartina ku dê piştî hefteyekê bê kirin de AK Partî dê dîsa ji nû ve bibe îqtidar.
Arinç destnîşan kir ku dê xizmetên xwe yên li Başûrê Rojhilat berdewam bikin û wiha axivî: "Hewcedariya Şirnexê, Kumçatiyê, Cizîrê, Silopiyê û Beytuşşebabê bi çi hebe em dê wê bikin. Dewlet û hikûmetek çi dike? Nexweşxane çêdike. Em rê dixwazin bila rêya me xweşik be, dualî be, asfalt be, em bi awayê herî xweş bigihêjin hezkiriyên xwe. Me kir, em ê bikin. Nebêjin ku ev der 'nebû', hemû li ba me qeydkirî ne û bi îzna Xwedê em ê hemûyê çêkin. Hinek ji ber muteahîdan, di hinekan de jî guherîna projeyê ya qismî hat kirin. Dê rêyên me yên dualî yên wisa çêbin ku ne tenê bajaran dê navçeyan jî bigihînin hev. Soza me heye. Me heta niha soza xwe li erdê nehiştiye înşellah em dê ji niha pê ve jî ya herî xweşik bikin."
Arinç qal kir ku li Tirkiyeyê dawî li cudakariyê anîn û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Şikir ji Xwedê re, me li Tirkiyeyê dawî li cudakariyan anî. Cudakariya kurd û tirkan hebû, cudakariya rojhilat û rojava hebû. Cudakariya sergirtî û servekiriyan hebû. Niha yek ji van nema. Terorê canê me diêşand, xwîna me dirêjand, em xemgîn dibûn. Her roj cenazeyek, her roj şîn û girî... Lê binêrin em niha Pêvajoya Çareseriyê tînin û heta dawiyê jî li pişt in. Lê dema em dibêjin pêvajoya çareseriyê dema ku aliyek ji nû ve berê xwe bide terorê, xwîn dê birêje û em ê temaşe bikin ma?Dê çek bên danîn, agirbest çêbe em ê pişt re rûnên, jixwe ev 3 sal in ku em vê dikin. Ma wekî berê raserên qereqolan hene, wekî berê cenaza rêz bi rêz ser kevirê musallayê ne? Lê belê hin kes dema firsendê bibînin terorê dikin, hewl didin ku zordariya çekan bidin hîskirin. Dê ew jî xilas bibin înşellah, hûn qet nekevin nav fikaran."
Arinç diyar ku demek dirêj li Manîsayê siyaset kir lê digel vê yekê li her dera ku lê ye di navbera wî û welatiyên kurd de dostanî û biratî hebû û got bêyî ku ferq û mehliyê bikin ji her aliyê welêt hez dikin.
-"Em ji dilê gel deng distînin"
Arîkarê Serokwezîr Arinç destnîşan kir ku ji bo dahatûya zarokan divê bi awayekî baş amadehî bê kirin û got Tirkiye dê di nav aştî û aramiyê de di rêya xwe de biçe.
Arinç axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Hewcedariya me hemûyan di vê hilbijartinê de bi piştgiriyeke mezin heye. Ne tenê bi dengên me, heta ku hêza me bigihêjê ne bi tirsandinê, bi qîr û hewarê em ê xîtabî dilê mirovan bikin. AK Partî xizmeta vî gelî dike. Nabêje 'ev kurd e, ev tirk e' û cudakariyê nake. Me heta niha çi xwestibe kir. Dê çi be ku ev xizmet berdewam bikin. Bila vî welatî cardin teror çênebe. Bila pêvajoya çareseriyê bigihêje encamê, hûnê bibêjin ku em dengên xwe bidin AK Partiyê. Dibe ku kesên din tehdît bikin, bibêjin ku 'ji vir filan kesî re deng derkeve wey li halê we'. Ev bandorê li ser mirovên tirsonek dikin. Mirovên wekî we wêrek di bin bandora van de namînin. Em ji dilê mirovan deng digirin, lê ew hewl didin ku bi çavtirsandinê deng bistînin. Dema me AK Partî ava kir û em derketin rê gotin ku 'dê we bigirin', 'dê derbeyê li we bikin', em netirsiyan. Ji ber ku em netirsiyan Xwedê arîkariya me kir. Hemd ji Xwedê re em îro gelê herî serkeftî ya herêma xwe ne. Em bi vê yekê serbilind in."
Arinç Serokê Federasyona Gundparêzên Berwext û Malbatên Şehîdan Mehmet Gungor di mala wî de ziyaret kir û ji bo şîvê jî bû mêvanê Arslan Tatarê namzedê parlementeriyê yê AK Partiyê yê Şirnexê.
Arinç beşdarî bernameya mewluda kurdî ya ku li baxçeya Tatar bi munasebeta Şeva Beratê hat lidarxistin bû.
Tatarê namzedê parlementeriyê piştî bernameyê maketeke temsîlî ya Hezretî Nûh û qûmaşên herîmî diyarî Arinç kir.