ANKARA
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç di civîna çapemeniyê ya ku piştî Lijneya Wezîran hat kirin de bersiva pirsên der barê rojevê de da.
- "Terîfkirin dê kareke gelek baqiltir be"
Arinç li ser pirsa "Di tezkereya Iraqê de PKK, di tezkereya Sûriyeyê de rejima Sûriyeyê hebû. Ev di tezkereya nû de jî cî digirin gelo, her wiha tu rêxistinên terorê an jî hêmanên radîkal li ser vê hatin zêdekirin an na?" wiha bersivand:
"Belê her du tezkere bûn yek, li gor vê bêguman dê qala geşedanên ku tehdît an jî rîskê derdixînin holê bê kirin û tê kirin. Lê wekî ku hûn jî dizanin di tezkereyên me yên berê de navê DÎŞIyê an jî tu rêxistinên manend jî wisa hêsanî derbas nedibû, di bûyera dawîn de. Ev bûyer bûyerên ku di nav saleke dawîn û di nav şeş mehên dawîn de qewimîn in. Me xwest ku em gotinên giştî bi kar bînin. Lê dibe ku navê hin rêxistinan di beşa hincetan de bi taybetî hatibe bikaranîn. Hikûmeta me ji bo ku balê bikşîne li ser hin mijaran guncav dîtiye. Lê em hewl nadin ku navên wan yek bi yek bijmêrin."
Arinç li ser pirsa der barê civîna taybet a ewlehiyê ya ku navber dan Lijneya Wezîran û kirin de ya wekî "Gelo Tirkiye dê herêmeke tampon ava bike an na, dê tenê serê xwe ava bike an na, dê Baregeha Încîrlîkê bê vekirin an na? Em dizanin ku we nexşerêyeke nû ya ku van hemû mijarên ewlehiyê di xwe de dihewîne amade kiriye. Gelo we biryareke çawa da. Tiştên ku hûn bikarin bi me re parve bikin hene an na?" got ku nikare her tiştê parve bike, ji ber ku civînên ewlehiyê carna der barê pêvajoya çareseriyê de, carna bûyerên li hawirdora Tikriyeyê û rola Tirkiyeyê de berdewam dikin.
Arinç got ku pêvajoya çareseriyê hema bêje mijara man û nemana Tirkiyeyê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me ji bo dawîlêanîna terorê û sazkirina aştiya civakî çi hewce dike, qanûnek derxist. Em dê niha wê qanûnê tetbîq bikin. Em bi çaveke gelek hesas li vê mijarê dinêrin lê divê em hem hewldanên hin kesan yên wekî agirberdana nav neftê bibînin hem jî divê bizanin ka ev ji bo çi hatine kirin. Em helbet dê pêngavên xwe bi biryarî biavêjin, bi zanebûn biavêjin, em dê nîşanê gel bidin ka em çi karê dikin, em dê bi awayekî zelal bikin lê hûn bibêjin rêxistin, bibêjin Qendîl her çi be em mecbûr in daxuyaniyên ewên din ên ku girîngiyê didin şîdet û çekan û bi awayekî şeht li pêvajoyê didin, nîşanî raya giştî bidin. Va ye xebatên ku dê em di çarçoveya qanûnê de bikin ev in. Kîjan hikûmet dikare vê yekê bike. Dema we sibê ji Rojnameya Fermî xwend hûn dê bi awayekî eşkere bibînin ka dê çi bê kirin. Îşev an sibê dê bê weşandin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku kesên li hemberî me bi taybetî muxatabên me yên siyasî jî bi heman cidiyetê li mijarê binêrin. Em dixwazin ku ew kesên ku ji aliyekî ve bi giravê re hevdîtinê dikin, ji aliyê din ve ew peyamên ku ji wir digirin digihînin cihên din jî bi qasî me xwedî niyeteke baş bin."
Arinç destnîşan kir ku divê heyama şîdet û çekan xilas bibe û got ku "Hemû hêmanên ku girîngiyê didin şîdet û çekan divê ji Tirkiyeyê derkevin û divê êdî li Tirkiyeyê tu bûyerên ku asayîşê xira dikin neqewimin."