Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç diyar kir ku birêvebirnameya ku tê de verastkirinên der barê cil û bergên xwendekarên lîseyan cî digire, hat guhertin û got ku "Madeyên sêyemîn û çaremîn ên vê birêvebirnameyê hatin guhertin,îbareya 'servikirî' ya ku di benda 'e'yê ya fikraya yekemîn a madeya çaremîn de cî digire û hevoka herî dawî ya heman bendê ji meriyetê hat rakirin."
Di Avahiya Nû ya Serokwezîrtiyê de di bin serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de Civîna Lijneya Wezîran hat kirin. Bulent Arinç piştî civînê daxuyanî dan rojnamevanan.
-Verastkirina der barê sergirtinê ya di perwerdeya navîn de
Arinç da zanîn ku birêvebirnameya ku tê de verastkirinên der barê cil û bergên xwendekarên saziyên perwerdeya navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî cî digire jî hat guhertin.
Arinç got ku bi taybetî hin xwendekarên keç bi çar çavan li benda vê guhertinê bûn û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di geşta min a dawî ya li Bûrsayê de, di vebûna dibistanan de dema em bi xwendekaran re hatin bal hev ew bi awayekî bi kelecan li benda vê mizgîniyê bûn. Em li ser birêvebirnameya der barê guhertina birêvebirinameya der heqê cil û bergên xwendekarên dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî sekinîn. Madeyên sêyemîn û çaremîn ên vê birêvebirnameyê hatin guhertin,îbareya 'servikirî' ya ku di benda 'e'yê ya fikraya yekemîn a madeya çaremîn de cî digire û hevoka herî dawî ya heman bendê ji meriyetê hat rakirin. Sibê an dusibe dê bê weşandin. Ev ji bo xwendekarên me yên keç ên ku dixwazin sergirtî bixwînin û li gor hin mijarên di pakêta demokratîkbûnê ya piştî 30yê îlonê zarûret bû. Bila ji bo xwendekar, welî û jiyana me ya perwerdeyê bi xêr be."
-Anîna rehîneyên li Mûsilê
Arinç diyar kir ku di civînê de li ser mijarên ewlehiya nevxweyî û derve û anîna rehîneyên konsolosxaneya Mûsilê jî sekinîn û wiha axivî:
"Di rojên beriya me de bi serkeftineke mezin 46 welatiyên me ji Mûsilê anîn Tirkiyeyê û her wiha ev mijar jî hat nirxandin. Di rastiya xwe de me nêrînên xwe yên li ser vê serkeftinê gotibûn. Ew sax salim gihan bajarên xwe. Gelê me ji vê yekê gelek kêfxweş û serbilind bûye. Em dîsa di bin serokatiya Birêz Serokwezîrê me de li ser vê mijarê sekînin û me spasiya her kesê ku di vê operasyona xilaskirinê de cî girt, kir. Bêguman çawa ku hikûmeta me xwediyê vê serkeftinê be, ez dixwazim bibêjim ku em minetdarê hemû yekîneyên girêdayî Serokwezîrtiyê û gelek kesên ku li herêmê ji wan sûd wergirt in."
Arinç diyar kir ku li gor qeydên AFADê ji sînorê nêzî 133 an jî 138 hezar kes derbas bûne, niha ji sînorê derbasbûn kêm bûne û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Mixabin hin kesên Partiya Herêmên Demokratîk û HDPyî, hin parlementer an jî şaredar dixwazin ku li sînor şovê bikin. Şaredarî jî tevî van dibin. Ew dixwazin ku bêyî tu qeyd bên kirin, bila her kes bi çekên li ser xwe re bikevin Tirkiyeyê û bikarin ji Tirkiyeyê derkevin û tu kontrol neyên kirin. Tu kesê ku li Tirkiyeyê vê yekê qebûl bike dernakeve. Ango dema ku nezanin ka kî ketiye welêt, çekên li ser wî nehatiye sitandin ev ketin û derketin ji bo ewlehiya navxweyî ya Tirkiyeyê dê bibe sedemên xetereyên çawa, her kesê ku hişê wî di serî de ye dizane. Ji ber vê yekê mekanîzmayên kontrolê hatin avakirin, walitî jî dişopînin.
'Dibêjine wan ku hûn çima dê li sînor daxuyaniyê bidin, werin di nav Sûrûçê de bidin, werin li Akçakaleyê bidin an jî hûn li ku didin bidin...' Ew jî di nav wê aloziyê de bi taybetî li hember kurdên ku ji Kobanêyê tênmdixwazin ku bibêjin 'va ye hûn dibînin em we xilas dikin an jî em bi we re eleqedar dibin'. Bila dev ji van hemûyan berdin. Hikûmeta me vê karê dişopîne, waliyên me, Wezareta me ya Karên Navxweyî, AFAD û rayedarên me yên eleqedar jî ji bo van kesên mezlûm û mexdûr deriyên dilê xwe vekirine. Lê belê prosedora her tiştê heye, divê em vê teqez bi cî bînin."
-Berî her tiştê ewlehiya Tirkiyeyê
Arinç got ku "Hadî em bibêjin hatin, hatin lê di dawiyê de hêzên PYDyê xwestin ku bi çekên xwe bikevin Tirkiyeyê. Heke em kontrolan nekin, nasnameyan tespît nekin, çekên wan ji destê wan nestînin, birayên me yên HDPyî û DBPyî nizanin ku ev dê ji bo Tirkiyeyê astengiyên çawa derxîne? û da zanîn ku ya esil ewlehiya Tirkiyeyê ye, pişt re jî ji bo kesên ku di bin xetereya mirinê de ne bêyî ku li nasnameyan binêrin û bibêjin ka çiyê deriyê xwe vedikin. Arinç destnîşan kir ku ji bo hemûyan cihê mayînê hatin amadekirin û tu kêmasiya wan tune.