Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç piştî Civîna Lijneya Wezîran ya ku li Avahiya Navenda Serokwezîriyê hat lidarxistin, daxuyanî da û pirsên rojnamevanan bersivand.
Arinç pirsa "Di çapemeniya biyanî de bi israr weşanê dikin ku têkiliya Tirkiye û komên di nav El-Qaîdeyê de daynin. Gelo vê mijarê di Lijneya Wezîran de cî girt? wiha bersivand:
"Têkiliya me ya bi Sûriyeyê re tenê ji bo mirovahiyê ye. Ez dikarim bibêjim ku jimara suriyiyên ku xwe spartine Tirkiyeyê ji 600 hezarî derbas bû û me ji bo wan jî ji 2 milayaran zêdetir pere xerc kir. Nexwe her kes dizane ku em li wir tenê di hêla siyasî de piştgiriyê didin Artêşa Azad a Sûriyê an jî muxalefeta li Sûriyeyê. Ew tên li Tirkiyeyê civîna dikin, hêmanên muxalefetê tên bal hev, li ser rêbaza muxalefetê nîqaşê dikin, ji xwe re serokekî hildibijêrin. Faaliyetên ku li Tirkiyeyê tên kirin ev in. Ev jî faliyetên siyasî ne, ne yên çekdarî. Bêguman her kes dizane ku rêxistinên wekî El-Qaîdeyê ji bo ku valahiya li wir dagire bi hin armancên diyar şer dike, lê Tirkiye bi tu awayî piştgiriyê nade wan rêxistinan."
- "Ji bo me ewlehiya welatiyên me girîng e"
Arinç li ser pirsa "Hin kes li hember çêkirin an jî plana çêkirina dîwara li ser sînora Nusaybînê bertekê nîşan didin. Li wir rewşa dawî çi ye?" wiha axivî:
"Ji bo me ewlehiya welatiyên me girîng e û ji bo vê jî em mecbur dimînin ku hin bergiriyên berwext bigirin. Li wir wek bergiriya berwext dîwarek tê çêkirin û ev jî di qadeke hezar û 300 metreyî de tê çêkirin. Çêkirina vî dîwarê nayê wê wateyê ku dê dîwar bê bilindkirin. Dê têlan li ser xîmên heyî raxin. Çêkirina dîwarekî seranser tuneye. Hûn dikarin vê yekê wek daxuyaniyekê jî qebûl bikin ji ber ku hin kes li ser vê yekê nîqaşê dikin, kesên ku li ser vê yekê siyasetê dikin jî hene. Heta bi qasî ku ez dizanim Şaredara Nusaybînê li wir dest bi greva birçîbûnê kiriye. Nexêr ne wek ku tê îdiakirin e, dê ewlehî li wir bi raxistina têlan bê pêkanîn."