Arîkarê Seorkwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç piştî Civîna Lijneya Wezîran a ku di bin serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de li Avahiya Navend a Serokwezîrtiyê hat kirin, daxuyanî dan rojnamevanan.
Arinç der barê pêvajoya çareseriyê de got ku "HDP îro peywireke zehf girîng pêk tîne. Di nav pêvajoya çareseriyê de di mijara têkiliya bi Ocalan û hemparên din re û wek aliyekî siyasî û wek partiyeke siyasî ya ku nûnertiya gel dike û wek parlementer divê ew berpirsyartir tevbigerin, bêtir fehmdar bin û divê têkliyên xwe yên bi hikûmetê re zêdetir durist bibînin. Dema derkevin derveyî vê yekê ev yek dê bandoreke neyînî li ser pêvajoya çareseriyê bike."
Arinç li ser pirseke der barê ziyaretên li ser Îmraliyê de wiha axivî:
Belê 'Gelo dê ziyaretên li ser Îmraliyê çêbin an na' helbet dê çêbin. 'Dê kî be, çend kes be', me ev jî gotin. Daxwazên wan çêdibin, Wezîrê me yê Edaletê dê binirxîne, di demek kurt de dibe ku di nav çend rojan de ev ziyaret dê çêbe. Gelo tu kesî got ku 'nexêr dê ev ziyaret çênebe'? Nexêr. 'Belê gelo di dahatûyê de kesên cuda jî dikarin biçin?' Helbet dikarin biçin. Em her tiştê ku maqûl e pêk tînin û em dê pêk bînin jî."