Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî komcivîna TBMMyê ya partiya xwe bû û li wir axivî.
Davutoglu got ku ji be ku hefteya borî li derveyî welêt bû, komcivîn li dar nexistin.
Serokwezîr Davutoglu got ku duh roja mamosteyan bû, bi hempîşeyên xwe yên ku ji 81 bajarên cuda yên welêt hatin re hat bal hev. Davutoglu cardin Roja Mamosteyan pîroz kir û ji bo wan serkeftin xwest.
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku li Tûnceliyê kalekî xwest ku destê wî maç bike û wiha got: "Hedê me nîne ku em destê xwe bi yekî ji me pîrtir, bi kalekî bidin maçkirin. Min jî destê wî girt. Wateya wê dîmena ku bi awayekî xwezayî çêbû ev e; ji niha û pê de dê tu kes li ber me çok daneyne. Dê tu kes li pêşberî dewletê çok neşkêne. Dê tu kes destên wan kesên ku dewletê temsîl dikin maç neke. Lewra ji niha û pê de gel fermandar û dewlet jî karmend e. Ya ku divê dest maç bike dewlet e."
Serokwezîr Davutoglu wiha pê de çû:
"Înşallah em dê civînek nû ya ku kabîneya hevpar a bi mantiqa Konseya Hevkariya Stratejîk a Payebilind a ku di 2009an de di navbera Tirkiye û Iraqê de hat çêkirin; di navbera 24 û 25ê kanûna ewil de, li Tirkiyeyê pêk bînin.
Me tu caran li hemberî komeke etnîk û mezhebî piştgirî neda komekê din. Em her tim li hemberî cudakariya ku bi rêya fitneya etnîk û mezhebî tê kirin sekinîn. Lê belê em li hemberî kê sekinîn? Ji kîjan koma etnîk, mezhebî an dîn dibe bila bibe, em bi awayekî biryardar li hemberî zaliman sekinîn û ji niha û pê de jî em ê li hemberî wan serbilind bisekinin."
Serokwezîr Davutoglu got: "Daxwaza me ew e ku ji sînoran re rêz bêgirtin û li hemû Rojhilata Navîn li ser aboriyê entegrasyonek bê avakirin û bibin yek. Xewn û xeyala me ev e. Heke Beşar Esad guh bida me dê Heleb jî wiha bibûya. Dê geş bibûya, wêran nebûya."
Davutoglu diyar kir ku yek ji ziyarêtên wî yên dawî ya Bexdayê bû û ji vir derbasî Herêma Kurdistana Iraqê ya ku wekî hevsînor, xizm, dost û birayên Tirkiyeyê dibînin bû. Davutoglu got ku heta niha piştgirî dan HKIê û ji vir pêve jî dê piştgiriyê bidin û wiha dewam kir: "Lewra îstiqrara herêmê ji bo îstiqrara Tirkiyeyê girîng e. Lewra geşbûn û pêşveçûna herêmê ji bo aboriya Tirkiyeyê gelekî girîng e." Davutoglu got ku ji bo nimêja înê li Hewlêrê çûn mizgeftekê û melayê mizgeftê ku dît ku ew ketin hundirê mizgeftê xutbe him bi kurdî him bi erebî û him jî bi tirkî xwend.
Davutoglu wiha dewam kir:
"Dema ku bi kurdî jî axivîn min hewl da ku ji wan fêm bikim, jixwe axaftinên erebî min fêm kirin. Pişt re derbasî tirkî bû û van rêzikên Yûnûs Emre xwend 'werin em hev du nas bikin, karên xwe hêsantir bikin, hez bikin û bên hezkirin, ev dinya ji kesî re namîne.' Ya ku em dixwazin jî ev e. Heke li Hewlêrê melayek rêzikên Yûnûs Emre bixwîne, li Tirkiyeyê melayekî tirk bi kurdî gotinên Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî berz bike. Rêya aştiyê ev e. Bi qedexekirina zimanan, bi zordestî kes li vê dinyayê namîne. Wekî ku Yûnûs gotiye ev dinya ji kesî re namîne. Ya ku li paş me bimîne divê însanetî û biratî be. Dema ku em ji mizgeftê derketin birayên me yên ji ziman û çandên cuda hev du hembêz kirin. Min got gelo ez li Konyayê an li Erzirom an jî li Kayseriyê me. Ya ku em dixwazin jî ev e."