ANKARA
Lijneya HDPyê dê bi awayekî berfirehkirî di 30yê sermawezê de roja yekşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Partiyê hat dayîn Wezareta Edaletê bersiva serlêdana lijneyê ya ji bo ku li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike bersivand.
Hat ragihandin ku dê lijneya HDPyê bi awayekî berfirehkirî di 30yê sermawezê de roja yekşemê li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.