TBMM
Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê got ku heke serokomarek bibêje ku 'di xuliqandina jinê de wekhevî tune' li vî welatî ne tenê ji bo jinan ji bo hemû civakê wekhevî û edalet tune.
Yuksekdag di civîna koma partiya xwe de axivî.
Yuksekdagê ji ber Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser jinê ya 25ê mijdarê hemû axaftina xwe li ser jinan kir.
Yuksekdagê got ku li meclisê jî bi têra xwe pirsgirêkên jinan nayên axaftin û li ji bo ku tundiya li ser jinan ji holê rabe îradeyeke xurt tune.
Yuksekdag wiha axivî: "Li Tirkiyeyê kuştinên jinan, tundî di siyasetê de raste rast rojevê de cih digre. Lê siyaseta desthilat ya ku li Tirkiyeyê kuştinên jinan û azadiya jinan wek meseleyeke polîtîk nabîne. Ji ber vê jî her roj li welêt jin tên kuştin. Heke pirsgirêkeke wiha mezin ne mijara polîtîkayê be, mijara polîtîkayê wê çi be? Ev ne rojeva meclis û desthilatiya siyasî nebe wê bibe rojeva kî?"
Yuksekdagê got ku meclis dema bixwaze ji bo mijarên din dicive lê, li ser mijara jinê û kuştina wan nacive û wiha got: "Ji bo ku meclis li ser vê meseleyê bi lez bicive divê çend jinên din bên kuştin? Divê meclis dev ji vê tevgera xwe berde û bi lez bicive. Hikûmet berpirsyariyê hilde li ser milê xwe."
- "Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e"
Yuksekdagê destnîşan kir ku divê jinên di destê DÎŞIyê de ne bên xilaskirin.
Yuksekdagê got ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de divê guh bidin jinan û wiha axivî: "Divê em guh bidin jinan. Ew di têkoşîna aştiyê de cih digrin û êşên şer dikişînin. Heke hûn dixwazin pirsgirêkên elewiyan çareser bikin, guh bidin jinên Dêrsimê."
Yuksekdagê behsa gotineke pêşiyan kir û wiha got: "Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e. Jin li çar alî wekî şêran li ber xwe didin."