Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş got: "Ev pirsgirêka li Sûriyeyê heta ku dewam bike mixabin koçberên nû dê bên. Koçeke nû ya ji Helebê him Tirkiye û him jî welatên herêmê dê bike bin bandora xwe."
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş, parlementerên herêmê, nûnerên saziyên sivîl û yên saziyên alîkariyê li Mala Mêvanan a Cewahir ya ku li Rihayê ye beşdarî "Komxebata Penaberan" bûn.
Kurtulmuş diyar kir ku di mijara penaberan de çi ji destê kê tê divê bikin û wiha dewam kir: "Tirkiyeyê di vê mijarê de gelek tişt kir lê dinya li hemberî vê yekê bê deng ma. Ez bi awayekî eşkere dibêjim ku mixabin civata navneteweyî him rê li pêşiya şer negirt û him jî di mijara Sûriyeyê de bi ser neket. Kesên ku nexşerêyeke wan a ji bo pêşeroja Sûriyêye tuneye li hemberî vê mijarê bêdeng dimînin. Lazim e ku civata navneteweyî him ji bo koçberên nû û him jî ji bo polîtîkayên çareseriyê bên hişyarkirin. Mixabin li Sûriyeyê ev pirsgirêk heta ku hebe koçberên nû dê bên. Xwedê neke heke li Helebê rewş biguhere, koçberiyeke nû ya ku ji wê derê dest pê bike Tirkiye di serî de dê li hemû hemû welatên herêmê bi tesîr be."
"Pergala dinyayê hema bêjin di wê astê de ye ku nikare tu pirsgirêkekê çareser bike."
Kurtulmuş destnîşan kir ku rûdanên li Sûriyeyê diqewimin nîşan didin ku pergala dinyayê nikare tu pirsgirêkekê çareser bike û wiha dewam kir: "Lazim e ku ev pergal ji serî de bê nirxandin û li ser bê sekinandin. Mixabin piştî ku şerê devkî bi dawî bû pergala dinyayê ya niha di çareseriya tu pirsgirêkekê de bi ser neket. Sûriye di serî de li Misir, Iraq û bûyerên ku li herêmê diqewimin binihêrin. Heta li Ukraynayê binihêrin. Di nav Ewropayê de ye lê dîsa jî pergala dinyayê nikare çareser bike. Sedema vê yekê jî eşkere ye, pergala niha ne li ser çareserkirina mijaran li ser qebûlkirina fikr û ramanên welatên bihêz û xurt hatiye damezrandin. Ev pergala Neteweyên Yekbûyî heta ku wiha be mixabin li çar aliyê dinyayê gelek qeyranên nû dê derkevin."