2016 ж. 23 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 26 наурыз
ENQERE
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş destnîşan kir diyar nîn e bê teror wê kengî li kuderê bixe û got, "Hedefa terorê bêîstîqrarkirin e, kî di ser rêxistinên terorê ra van bi kar bîne mebesta wan, tolstendine ji welatekî û bidestxistina hinek amancê sîyasî ye li wî welatî. Di encamê da li welatên weke Fransa, Belçika jî, ji ber terorê demokrasî hinekî hate korikkirin."
Kurtulmuş li Enqere Palasê beşdarî bernameya "Haber Odasi" ya TRT Haberê bû û nirxandina rojevê kir.
Di bersiva pirsekê der barê êrîşên terorê yên li Brukselê da Kurtulmuş anî ziman ku teror berê xwe bide kê jî, di encamê da yên ku dimirin hemî can in, hemî hezretî însan in û însan di nava mexlûqan da yê herî mukemmel e.
Kurtulmuş weke herkesî xemgîniya xwe ji wê bûyerê ra anî ziman û got, "Ez careka din dibêjim serê malbatên qurbaniyên êrîşa li Brukselê û serê wî welatî hemî sax be."
"Tiştekî wiha weke bûmerangê ye"
Kurtulmuş destnîşan kir ku gelo kî van çekê mezin yên kujende dide destê wan mirovên ku ne zanin birêve biçin, ne qedehek ava pak di destê wan da heye û ne jî kurtêlek nanê wan heye ku bixwun.
Kurtulmuş wiha pê da çû:
"Bajarekî weke Bruksela paytexta Ewropayê ku bi şiklekî bê qusûr tê parastin, heger balafirgeh û metroyên wê bê agahiya sîxuriya Belçikayê bê bombekirin, take wateyeke wê heye, sixuriya wê rêxistinê ji ya hikûmeta Belçikaya xurttire. Em dikarin heman tiştan ji bo êrîşên metoryên Fransa û Londonê jî bêjin. Her em dikarin ji bo êrîşên li Stenbol û Enqereyê jî bêjin.
Ev kes van bombeyan ji kuderê peyda dikin. Ev xaleke gelekî hessas e ku divê welatên rojhilat û rojava tevahiya cîhanê li ser bisekine. Bila kes nebêje ezê wan bi kar bînim û têkoşînê dijî cîhanê bikim. Bila bizanin ev tişt weke bûmerangê ye, li xwediyê xwe vedigere."