MARDÎN
Alîkarê Serokwezîr Nûman Kurtulmuş der heqê pêvajoya çareseriyê de got: "Înşallah li Tirkiyeyê çek wê heta qiyametê neteqin, çêk wê bên çalkirin."
Kurtulmuş beşdarî Kongreya Bajêr ya AK Partiyê ya ku li Salona Sporê ya Ataturkê hat lidarxistin bû û der barê pêvajoya çareseriyê de axivî.
Berê kesên ku ji bilî kurdî, zazakî û erebî ziman nizanibûn û li dadgehan an wek bersûc an jî wek şahid diaxivîn, dadgeran digot ku "ev bi zimanên ku nayê fêmkirin" diaxivin û wiha dewam kir:
"Guhê dewletê ji zimanê welatiyan re ker bû. Dev ji dadgehan berdin, di têlevîzyonan de gotina stranên kurdî û erebî qedexe bû. Îbrahîm Tatlises, ne tenê TRT, heta çend sal berê nikaribû di têlevîzyonên taybet de stranên kurdî bigota. Şikir ji Xwedê re, Serokomarê me dema ku Serokwezîr bû, bi Şivan Perwer û Tatlises re li meydana Diyarbekirê hat bal hev. Bi beşdarbûna bi 100 hezaran kesî ve li ber Serokwezîrê me û li ber rayedarên dewletê bi kurdî, erebî û tirkî stran gotin. Qiyamet rabû qey?"
Kurtulmuş bal kişand ku li Tirkiyeyê bi salan zilma sergirtinê hat kirin û got ku dewletê ev zilm nedidît, heta destûr nedida şalpeyê.
Kurtulmuş destnîşan kir ku 6 parlementerên sergirtî di meclisê de ne û got ku êdî kesên sergirtî dikarin di zanîngeh û dibistanan de mamostetiyê û karmendiyê bikin. Kurtulmuş wiha axivî:
"Ji bo Xwedê qey laîkî têk çû? Qey welêt hat perçekirin? Tu tiştek nabe. 'Van digot ku laîkî ji dest çû', lê di eslê xwe de tişta ku ji dest çû ne laîkî ye, pergala ku began ava kiribû ji dest çû. Ji ber wê ditirsiyan."
- "Dev ji pêvajoya çareseriyê nayê berdan"
Kurtulmuş diyar kir, piştî hilbijartina ku wê îsal bê kirin, pêvajoya çareseriyê wê wek niha bidome.
Kurtulmuş daxuyand ku her kes wê di Tirkiyeya nû de bi awayekî azad bibe welatiyekê û wiha got: "Înşallah li Tirkiyeyê çek wê heta qiyametê neteqin, çêk wê bên çalkirin."
Kurtulmuş got ku di 35 salan de 35 hezar kes mirin, 7 hezar personelên ewlehiyê cangorî bûn û 1,2 trîlyon dolar mesref hat kirin û destnîşan kir ku bûyeran ji Tirkiyeyê gelek tişt bir.
Kurtulmuş destnîşan kir, pêvajoya çareseriyê ne tenê Tirkiye, ji bo hemû herêmê girîng e û wiha dewam kir: "Pêvajoya çareseriyê ji bo hemû gelê herêmê wê bibe hêvî. Ev pêvajo Misir, Sûriye, Iraq, Yemen, Lîbya û hemû erdnîgariya me eleqedar dike. Înşallah wê bi ser bikeve û bi piştgiriya we wê bi dawî bibe. Tirkiye wê bibe welatê aştî, aramî û biratiyê."