ÎSTANBUL
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş got ku HDPê zû de barajk derbas kiriye û wiha axivî: "Panîkbûna wan ji vê gavê ve dest pê kiriye. Bi taybetî jî ji bo sê partiyan dest pê kiriye. Lewra heke ku ev baraj têk biçe, kîjan wê di bin de bimîne hesabê wî dikin."
Demirtaş beşdarî Kongreya Bajarê Stenbolê ya HDPê ya ku li Salona Sporê ya Sînan Erdemê hat lidarxistin bû û got partiya wan alternatîfeke heqîqî ye û wiha axivî: "HDP ji aliyekê ve xwe amadeyî hilbijartina 2015an dike, ji aliyekê ve jî hêdî hêdî stratejiya xwe çêdike ku di hilbijartinê de ser bikeve. Ji ber vê çendê jî bi kelecan e."
Demirtaş got ku Kenan Evren û ekîba wî sedî 10 baraja hilbijartinê anî û piştî wî jî hemû îqtidaran ev dewam kir û wiha dewam kir: "Bi bendê derbeyê ve daketin bîrê. Her yek jê, ya niha jî tê de, hemûyan piştgirî da barajê û behsa îradeya gel kirin. Lê baraja eslî ya ku di hişmendiyê de ye."
Demirtaş got ku baraja sedî 10an ji bo wan ne tirsek e û wiha pê de çû: "
"Hûn bawer bikin ku em zû ve ji barajê derbas bûne. Panîkbûna wan ji vê gavê ve dest pê kiriye. Bi taybetî jî ji bo sê partiyan dest pê kiriye. Lewra heke ku ev baraj têk biçe, kîjan wê di bin de bimîne hesabê wî dikin. Ji ber em heta niha biryardar nebûn ku em barajê derbas bikin û bikevin Meclisê, baraj wiha ma. Heta ku barajê xerab nekin, ev wê barajê ranekin. Em ê barajê ji Stenbolê hilweşînin."
- "Rêya herî cuda ya HDPê ye"
Demirtaş daxuyand ji bo ku ew wek partî bikevin hilbijartinê zordariyê dikin û wiha dewam kir: "Tu kes ji me parlementer nehat dinyayê. Alaya vê têkoşînê li tu derî wê neyê xarê. Heke parlementerî nebe jî naqede. Li gor encamên anketan HDP ji barajê derbas dibe. Lêbelê heke ku em barajê derbas bibin, ew mafê parlementeriya ku wan dizî, em ê ji wan bistînin. Ew ji vê ditirsin."
Demirtaş got ku heyeta HDPê ji ber rewşa hewayê nîvê rê zivirîn, hewa kengê xweş bibe serdana Îmraliyê wê çêbibe û wiha dewam kir: "Heke em dixwazin siyasetekê çêbikin ku aştiya vî welatî pêk bîne; şûna ku em parsektiyê ji AKPê re dikin ku aştiyê bîne, em ê hêza xwe xurt bikin. Hêza HDPê çi qas xurt bibe, garantiya hatina aştiyê ew qas zêde dibe."
-"Gelê Tirkiyeyê aştiyê dixwaze"
Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdag got ku ew ji bo bibin dengê kesên ku zilm li wan tê kirin, derketin rê û wiha dewam kir: "Gelê Tirkiyeyê bi hemû rengên xwe yên cuda li ser axa welat, dixwaze gel hev di nav aştiyê de bijî."
Yuksekdag AK Partiyê rexne kir got ku AK Partî polîtîkaya çewisandin û zordestiyê birêve dibe û wiha pê de çû: "Bi bestekên ewlehiyê, binçavkirin, girtin, mîlîtarîzm û polîtîkayên faşîst dixwazin ji bo xwe desthilatdariyeke ava bikin, dibêjin qey dê karibin bi vî şiklî desthilatdariyeke ava bikin û ewlehiya desthilatdariyê pêk bînin."
Yuksekdagê destnîşan kir ku hikûmetê heta niha ji bo demokratîkbûnê tu pêngav neavêtiye, ji bo pêk anîna aştiyê gaveke berbiçav neavêtiye û wiha got: "Pêkanîna demokratîkbûnê, li hemberî vê desthilatdariyê deynê sitûyê me ye. Di baweriya wan de demokratîkbûn tune ye. Herwiha wê zagona bingehîn a faşîst jî em ê biguherînin, ji bo çareserikirina pirsgirêka kurd û elewiyan jî em ê hewl bidin."