Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş got: "Înşallah hê zêdetir penaber neyên Tirkiyeyê. Lê Tirkiye ji kîjan gelî, dînî û nijadî dibe bila bibe, hewl dide ku alîkariya her kesî bike."
Kurtulmuş ji nûçagihanê AAyê re daxuyand ku mêvanên biyanî her tim tên kampên ku penaberên sûrî lê dimînin ziyaret dikin.
Kurtulmuş got ku di kampên AFADê de 220 hezar sûrî dimînin. Ji nîsana 2011an vir ve ji bo wan 4 milyar dolar hatiye xerckirin û wiha axivî:
"Em ji bo mesrefan gilî û gazinan nakin. Lewra em dizanin ku dewlemendî û pereyên di bêrika mirovan wan welatperwer nake. Dewlemendiya dil, welatan û mirovan welatperwer dike. Gelê me û Komara Tirkiyeyê vê dewlemendiya dil ji bo penaberên sûrî nîşan da. Înşallah zêdetir penaber neyên Tirkiyeyê. Lê Tirkiye ji kîjan gelî, dînî û nijadî dibe bila bibe, hewl dide ku alîkariya her kesî bike."