Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş got: "Ew kesên ku dixwazin Tirkiyeyê bikin nav turbulansê û heyameke deresayî li Tirkiyeyê bidin destpêkirin ew ê negihêjin armanca xwe. Kula wan dê di lê wan de bimîne."
Alîkarê Serokwezîr ji bo hin têkiliyên fermî duh derbasî Mekadonyayê bûbû û îro jî li wê derê bersiv da pirsên rojnamegeran yên ku der heqê rojevê de.
Kurtulmuş bûyerên ku ev 3 roj in li Tirkiyeyê dest pê kirine nirxand û got ku ji ber hejmara welatiyên ku di van bûyeran can dan pir xemgîn e û wiha pê de çû: "Tirkiye bi rastî jî bi provakasyoneke piraliyî re rû bi rû ye, ji ber hin daxuyaniyên bêbingeh welatî daketin qadan. Hewce nedikir ku keviran bi tu kesî de wer bikin. Bi îzna Xwedê Tirkiye dê ji vê xetereya hanê jî xelas bibe. Ew kesên ku dixwazin Tirkiyeyê bikin nav turbulansê û heyameke deresayî li Tirkiyeyê bidin destpêkirin ew ê negihêjin armanca xwe. Kula wan dê di lê wan de bimîne."
- "Pêvajoya Çareseriyê didome"
Kurtulmuş îdiayên ku dibêjin pêvajoya çareseriyê bi dawî bûye bi bîr xist û wiha pê de çû: "Li Tirkiyeyê hikûmet, bi biryareke siyasî ji bo çareseriya vê pirsgirêka herî bixwîn ya dîroka Komara Tirkiyeyê hel bike hewl dide. Ji ber vê jî kî hewl dide bila bide ji bo ku pêvajoya çareseriyê biçe serî em ê hewl bidin. Li welatê me ji bo ku careke din dengê çekan neyê û xwîn nerije Pêvajoya Çareseriyê dê bi aştiyê bi dawî bibe û bigihêje armanca xwe. Muxatabê pêvajoya çareseriyê ewilî gelê herêmê û paşê bi tevahiya Tirkiyeyê ye."
Bangewaziya HDPê ya ji bi eqlê selîm tevbigerin jî ji Kurtulmuş hat pirsîn û wî jî wiha bersiv da: "Ez vê bangewaziyê erênî dibînim lê mixabin bangewaziyeke derengmayî ye."