Parlementerê Stenbolê yê HDPyê Sirri Sureyya Onder got ku dawxaza me ew e ku pêvajoya çareseriyê berdewam bike û wiha axivî: "Me tu caran dev ji vê daxwaza xwe berneda û em ê bernedin jî."
Onder piştî hevdîtina lijneya HDPyê ya bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re, li ber Avahiya Navendê ya Serokwezîriyê daxuyanî da rojnamegeran.
Onder got ku di bûyerên li seranserê Tirkiyeyê pêk hatin de gelek mirov mirin, Xwedê rehma xwe li wan bike. Onder got ku digel Akdogan geşedanên dawîn û asta ku gihiştinê nirxandin.
Onder got "Me di hevdîtinê de qala fikarên xwe kir û her wiha me guhê xwe da fikarên wan."
Onder got ku mirov nikare van bûyeran piştguh bike û wiha pê de çû: "Çareseriya van hemû bûyeran ev e divê em dev ji diyalogan bernedin û mizakereyên xwe bidomînin."