Arinç destnîşan kir ku "Mijara ku dibêjinê pêvajoya çareseriyê divê di bingeheke rast de û bi niyedeke baş bê birêvebirin" û got ku pêvajoya çareseriyê pêvajoyeke wisa ye ku divê her kesê ku xwe bi mijarê re eleqedar dibîne tevî bibe."
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç piştî Civîna Lijneya Wezîran li Avahiya Navend a Serokwezîrtiyê civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî dan.
Arinç der barê rojevê de axivî û jê pirsên di pêvajoya çareseriyê de "Gelo di pêşnûmaya muzakereyê ya ku balê dikşîne li ser peyamên ku ji Îmraliyê tên de çi heye û daxwaz û temînetên qanûnî çi ne?" her wiha "Gelo ji bo ku Leyla Zana tevî lijneya Îmraliyê be tu daxwaz hatin an na?", "Gelo pêyva pêvajoya muzakereyê bi zanebûn tê bikaranîn an na" hatin pirsîn.
Arinç li ser van pirsan got "Her hal hûn zêde baş guh nadin axaftinên ku ez piştî Lijneya Wezîran dikim an jî raya giştî vê têrî xwe nanirxîne."
Arinç destnîşan kir ku "Mijara ku dibêjinê pêvajoya çareseriyê divê di bingeheke rast de û bi niyedeke baş bê birêvebirin" û got ku pêvajoya çareseriyê pêvajoyeke wisa ye ku divê her kesê ku xwe bi mijarê re eleqedar dibîne tevî bibe."
Bulent Arinç axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Heval çûn, bi qasî ku ez dizanim lijneya HDPyê 4 kes çûn û piştî ku vegeriyan der barê ka ev peyam çi ne de daxuyanî dan. Saziyên me yên eleqedar dê van axaftinan binirxînin û em jî muxtemelen wekî ku em her çarşemê dikin der barê Pêvajoya Çareseriyê de xebatê dikin. Her çarşem ango muqabilê 15 roj carek e her wiha der barê ewlehiyê de jî xebateke me çêdibe. Ji ber wê yekê em dê li analîzên ku saziyên me yên eleqedar anîn li ber me binêrin û bibêjin ka jê çi hêvî dikin, çi dixwazin."
Arinç got ku "Dema hevalekî me gotibû ku 'Ocalan sermuzaker e' min bi tundî bertek nîşan dabû û we jî ez şermezar kiribûm. Ango hûn dîsa dipirsin, gelo pêvajoya muzakereyê ye an ev e?" û wiha axivî: "Ev mijarên wisa ne ku divê gav bi gav dema her kesê çi ket ser milên wan kir bên axaftin. Serokwezîrê vê welatê ev sê meh in ku tiştek tenê dibêje: Ya esas nîzama kamûyê ye. Dibêje ku em tu tiştê ku zirarê dide nîzam û ewlehiya kamûyê mezûr nabînin. Baş e lê gelo aliyê din di vê mijarê de bi awayekî eşkere dibêje belê? Gelo dibêje ku em jî dê di vê mijarê de hewl bidin?"
Arınç got ku "Heke di vê mijarê de pêngavek tê avêtin, ew pirsa we muzakere bû çi bû, dê ew hemû jî berê ve bên" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Her maraton bi pêngavek destpê dike. Me heta îro gelek pêngav avêtin lê pêngavên ku dê em piştî 6-7ê cotmehê biavêjin girêdayî wê yekê ye ku hin ke bi awayekî cidî û durist tiştek bikin, em di nav wê hêviyê de ne."