ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç li Avahiya Navendî ya Serokwezîriyê piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da û pirsên rojnamegeran bersivandin."
Arinç got ku wan civîneke dûr û dirêj kir û ew li gor giringiya hin mijaran zêde li ser hin mijaran sekinîn.
"Ev xebat ji bo propagandayê ye"
Arinç li ser pirsa "Gelo hûn di civîna Lijneya Wezîran de li ser mijara molotofkokteylên ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê avêtin xwendingehan sekinîn an na û hûn ê li ser xwendingehên ku ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî hatin vekirin, lê ji ber ku ev xwendingeh derqanûnî ne dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin çi bibêjin?" bi bîr xist ku li gor "Pakêta Demokratîkbûnê" ya ku di 30ê îlona 2013an de derket, di saziyên perwerdeyê yên taybet de bi hinceta ku tirkî esas be, kurdî jî ders dikarin bên dayîn.
Arinç destnîşan kir, ji bo ku dersên kurdî bên dayîn li gor rêziknameyê divê saziyeke perwerdeyê ya taybet hebe û wiha dewam kir: "
"Divê her tiştê vê saziya perwerdeyê ya taybet tekûz bibe. Mînakê xwendingeha ku ez behs dikim îro têra xwe hene. Lê şer an jî nîqaşa ku îro li ser tê kirin nîqaşeke çêker e. Li derekê xwendingehek hatiye çêkirin, tuxleyan didin li ser hev û di ber xwe de dibêjin ku ev der xwendingeha ku wê lê perwerdeya kurdî bê dayîn e. Ev xebateke propagandayî û provakasyon e.
Di dawiya dawiyê de hêzên ewlekariyê çûne li wir, mifetişên pewerdeya neteweyî çûne wir. Amîrên milkî ji wan re gotiye ku ew ê destûrê nedin vê înşeata bê destûr. Ew çiqas keviran biavêjin jî, çiqas bikin qareqar jî, ev provakasyon e ku Tirkiyeyê mijûl dike. Hikûmet tu wextî li hemberî van bûyeran dev ji îfakirin û înfazkirina qanûnê bernade."
"Ev kar min çêkir û bû ve naçe serî"
Tê gotin ku "Li Baglara navçeya Diyarbekirê wê binayeke aîdê şaredariyê bikin xwendingeh û wê li vê derê perwerdeya bi kurdî bê dayîn". Arinç got ku ji bo vê îdiayê lêpirsîn tê kirin û wiha dewam kir:
"Saziyeke perwerdeyê ya bi vî rengî tuneye. Şaredarî ji bo binayeke vala an jî binayeke ku hatiye valakirin dibêje 'Em ê li vê derê perwerdeya bi kurdî bidin'. Mamosteyên we li ku ne, mamosteyên we tunene. 'We ji bo vekirina saziyeke perwerdeyê serlêdan kir', 'Na em hewcedariyê nabînin. Em ê vê derê vekin, li vê derê perwerdeya bi kurdî bidin'. Na hûn nikarin vê yekê bikin. Tirkiye dewleteke hiqûqî ye. Erê qanûna vê perwerdeyê derket lê ji bo qanûn bê sepandin divê xêrxwaz an jî hin kes xwendingeheke taybet veke. Ev kar 'min çêkir û bû' ve naçe serî."
"Berê xwendingeh dihatin boykotkirin, xwendekar nedihatin şandin"
Arinç got ku walîtiyan ji wan re ragihand ku li Diyarbekir û Mûşê hewl hatine dayîn ku xwendingeh bişewitin û ji bo van xwendingehan temîratan dest pê kir û ev xwendingeh di demeke kurt de ji bo perwerde û hîndekariyê amade bibin.
Arinç got ku der heqê mijarê de pêvajoya edlî dewam dike û wiha pê de çû: "Berê ji bo ku perwerdeya kurdî tunebû li başûrê rojhilatê hin xwendingeh bi piştgiriya rêxistin an jî hin siyasetmedaran dihat boykotkirin, xwendekar nedihatin şandin. Xwepêşandan dihatin kirin, nîqaş dihatin kirin. Lê îsal ji bilî van tiştan dibêjin ku wê li Baglara Diyarbekirê, li Cizîra Şirnexê, Yuksekovaya Colemêrgê xwendingeh bên çêkirin da ku perwerdeya bi kurdî tê de bê dayîn."