Polîtîka

Wezareta Karên Derva bertek nîşanî biryara sergirtinê ya Dîwana Edaletê ya YEyê da

Wezareta Karên Derva: "Ji hêla hiqûq û wîcdanê va şaş e, ji ber ku wê dijminatiya Îslamê zêde bike talûke ye, em vê biryarê şermezar dikin."

Behlül Çetinkaya  | 18.07.2021 - Rojanekırın : 19.07.2021
Wezareta Karên Derva bertek nîşanî biryara sergirtinê ya Dîwana Edaletê ya YEyê da

Ankara

 Wezareta Karên Derva der barê biryara qedexeya sergirtinê ya ku Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) got ew di hin şert û mercan da dikare bikeve rewacê da bertek nîşan da.

Di daxuyaniya Wezaretê da sînordarkirina sergirtinê ya ku bi destê Dîwana Edaletê ya YEyê tê kirin, hat şermezarkirin.

Hat gotin ev biryar dijî azadiya dîn û Îslamê ye, li Ewropayê dijî Misilmanan tevgereke nijadî û cudakar e.

Hat destnîşankirin li hemberî Misilmanan gotinên nefretê tên gotin, ew rastî tundiyê tên, di jiyanê da tên demxekirin, di qadên civakî û aboriyê da têkilî bi wan ra nayê danîn ku herî zêde jinên Misilman tesîreke nebaş dibînin.

Wezaretê daxuyand di rabirdûyê da tecrubeyên nebaş çêbûne û êş hatine kişandin ku divê ji van ders bên hildan û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Biryara sergirtinê ya Dîwana Edaletê ya YEyê azadiya dîn tune dihesibîne, ji cudarakiryê ra rê vedike û bingeheke hiqûqî derdixe holê. Biryar ji hêla hiqûq û wîcdanê va şaş e, ji ber ku wê dijminatiya Îslamê zêde bike talûke ye, em vê biryarê şermezar dikin."

Dîwana Edaletê ya YEyê biryar dabû ku li YEyê şirket dikarin ji xebatkarên xwe yên ku di hin şert û mercan da dixebitin ra serîgirtinê qedexe bikin.

Jinên ji karên xwe hatibûn derxistin du doz vekiribûn.

Dîwana Edaletê ya YEyê ya ku mehkemeya herî bilind a YEyê ye di 15ê tîrmehê da dozên hatine vekirin gihandibû encamê.

Mehkemeyê daxuyandibû li kargehan bikaranîna sembolên siyasî, felsefî û dînî dikarin bên qedexekirin, lewra şirket naxwazin li hemberî mişteriyên xwe alîgir xuya bikin û rê li ber lihevnekirinin civakî bigirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın