ANKARA
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş daxuyand ku hevdîtina wî û Serokwezîr Ahmet Davutoglu girîng û erênî ye û wiha axivî: "Em wek HDP him di parlementoyê de û him jî derveyî parlementoyê çi ji destê me bê, em ê bikin. Em ê wek berê piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê ku bila pêvajo bi ser bikeve."
Demirtaş bi bîr anî ku hikûmet DÎŞIyê wek rêxistina terorê bi nav dike û wiha axivî:
"Ji bo ku ev tehdît ji herêmê bên berterefkirin, divê hikûmet çi bike û wek muxalefet em çi bikin di hevdîtinê de hat axaftin. Nêrînên Birêz Serokwezîr yên der barê vê mijarê de jî erênî ne. Ez hêvî dikim ku ev rewşa nebaş û rageşî di demeke kurt de vegere ser başiyê. Lewra em dixwazin li vî welatî aştiyeke hevpar, wekheviyeke mayînde, dad û biratiye pêk bê. Em dixwazin vê bi hev re bikin. Em dixwazin ev rewşa ku dê ji ber pêvajoya aştiyê pêk bê bigihêje hemû gelên herêmê."
Demirtaş got ku li navçeya Sirûca Rihayê, li hember gel mudaxele tên kirin û wiha axivî: "Me Birêz Serokwezîr re behsa van jî kir. Wî jî daxuyand ku ew ê bi baldarî van bişopîne û got ku divê ew mudaxale neyên kirin."
Demirtaş daxuyand ku ji Kobanêyê gelek sivîlan piştî êrîşan xwe spartine Tirkiyeyê û wiha axivî: "Her çiqas pirsgirêk hebin jî di demeke kurt de Tirkiyeyê deriyên xwe ji mirovên sînor re vekir, ev tiştekî girîng e. Di vê mijarê de nêrîna hikûmetê erênî ye."