ANKARA
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe ya "Li ser rêya Tirkiyeya Nû" ya ku di televîzyonan de hat weşandin de got ku "Tirkiye bi demokrasiya xwe ya rûnuştî, şikir ku hêviyên qeyranê betal kirin"
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe ya "Li ser rêya Tirkiyeya Nû" ya ku di televîzyonan de hat weşandin de got ku "Tirkiye bi demokrasiya xwe ya rûnuştî, şikir ku hêviyên qeyranê betal kirin. Me raborîneke bêêş derbas kir û destê kesên ku kaosê dixwestin vala man. Ji niha pê ve jî rêxistina paralel jî di nav de têkoşîna me ya bi hemû mihraqên wesayeta derveyî demokrasiyê re dê bibiryarî berdewam bike, em dê nehêlin ku berjewendîxwazên qeyranê çavê xwe vekin."
Davutoglu axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em ji bo ku Tirkiyeyê bikin welatekî hêzdartir, gumrehtir û welatekî ku îtibara wî zêdetir e, heta em Tirkiyeyê bikin wekî welatekî ku her kesê li Tirkiyeyê her welatî pê serbilind be kîjan pêngav hewce bike dê biavêjin.
Di serî de pêvajoya çareseriyê pirsgirêkên vî welatî hebin, em dê bi biryarî ji hemûyan re çareyan bibînin, aştiya civakî bi her hêlê ve teqez bi cî bînin. Em dê nehêlin ku tu kes yekîtî, dostanî û biratiya me xira bike, em dê hev bigirin, muhabbeta me ya li hemberî hev dê zêde bibe û em dê nehêlin ku fitne û fesadî bikeve nav me. Wekî ku me di rabirdûyê de kir em dê polîtîkaya xwe ya ku hewceyiyên xwe diparêze, ligel aştiyê ye, li dijî neheqiyê ye, rasteqîn û aktîf berdewam bikin."
-"Em dizanin ku ev îdia berhemê kîjan hesabên qirêj in"
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got ku "Ev demek e dirêj e ku hin aliyên cur bi cur bi awayekî neheq û bêpalpişt îdiayên xêrnexwaz yên wekî têkiliyên cur bi cur ên Tirkiyeyê bi DÎŞIyê re heye, Tirkiye piştgirî dide vê têxistinê dikin. Em gelek baş dizanin ku ev îdia berhemê kîjan hesabên qirêj in."
Davutoglu diyar kir ku bêbextiyan dixin li ser sitûyê hikûmeteke ku bi biryara Lijneya Wezîran DÎŞIyê wek rêxistina terorê îlan kir û wiha axivî: "Em wek welat amade ne ku vê agirê vemirînin, ji bo bertarafkirina sazîbûna terorê ya ku êrîşî can û malên mesûman dike û tehdeyê dike her cure pêngavê biavêjin."
-Gelê herêmê gelek berdêl dan
Davutoglu axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ev demek dirêj e ku hin aliyên cur bi cur bi awayekî neheq û bêpalpişt îdiayên xêrnexwaz ên wekî têkiliyên Tirkiyeyê cur bi cur ên Tirkiyeyê bi rêxistina DÎŞIyê re hene û Tirkiye piştgiriya vê rêxistinê dike belav dikin. Em gelek baş dizanin ku ev îdia berhemên kîjan hesabên qirêj in. Berbiçav e ku Tirkiye ji serê vê mijarê heta niha li kû disekine, helwesteke çawa nîşan dide. Bêbextiyan diavêjin li ser sitûyê hikûmeteke ku berê niha bi biryara Lijneya Wezîran DÎŞIyê wek rêxistina terorê îlan kir.
Mixabin ku guhnedana civaka navneteweyî bû sedem ku gelê herêmê gelek berdêlên bi êş û azar bide. Bi sed hezaran mirov ji canên xwe bûn, bajar hatin xirakirin, dijminahiya di navbera aliyên cuda yên civakê gihiştiye asta herî zêde."
Davutoglu destnîşan kir ku wek welat amade ne ku ji bo vemirandina vê agirê, ji bo bertarafkirina sazîbûna terorê ya ku êrîşî can û malên kesan dikin û tehdeyê dikin, her cure pêngavê biavêjin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Lê belê divê van pêngavan de em hesasiyetên Tirkiyeyê bidin ber çav û ev pêngav wisa bin ku çareseriya dawîn bîne mijarê. Heke wisa nebe operasyonên lokal û bergiriyên demkî dê bi ser nekevin û şûna rêxistina terorê ya ku beriya wê hat girtin, dê rêxistineke nû ya terorê derkeve."
-Ji hikûmeta xwe bawer bikin
Davutoglu diyar kir ku Tirkiye di serê vê mijarê heta niha helwesta xwe ya di vê mijarê de bi awayekî eşkere nîşan da û gotina xwe got û wiha axivî: " Ez ji welatiyên xwe tika dikim ku bila guh nedin spekulasyonên xêrnexwaz û bi meqsed ên ku hin alî wan belav dikin, ji hikûmeta xwe bawer bikin."
Davutoglu destnîşan kir ku ne mimkûn e ku ji bo tu helwestê ku dê zirarê bide Tirkiyeyê, mirovan bixe nav xetereyê û zirarê bide berjewendiyan bibêjin "erê" û wiha axivî:
"Heke pêngavek bê avêtin û bixwazin ku Tirkiye di nav vê saziya hevpar de cî bigire, jixwe şertên me ji roja ewil heta niha diyar in. Li vir sê şertên me yên sereke hene. Ya ewil û ya herî girîng berjewendiyên neteweyî û ewlehiya welatê me ye. Em ji bo peydakirina vê her cure bergiriyan digirin. Dema em vê yekê bikin jî ji bilî gelê me ji tu kesî pirs nakin û hesabê nadin tu kesî.
Ya duyem jî bi peywireke ku ji dîrokê tê bêyî ku ferq û mehliya mezheb, netewe, ziman û dînê bikin em li ser navê mirovahiyê li hemû xizmên xwe yên ku ji cînarên me tên xwedî derdikevin. Dilê me jî deriyê me jî 500 sal beriya niha jî ji bo kesên ku dikevin tengasiyê vekirî bû, îro jî vekiriye.
Ya sêyem jî îstiqrar herêmî ye. Em li vê erdnîgariyê îstiqrar, gumrahî û dahatûyeke ewledar dixwazin. Ji bo vê yekê jî em amade ne ku bi civaka navneteweyî re her cure hevkariyê bikin. Lê belê ji bo çareserkirinê hewce heye ku stratejîyeke yekgirtî bê pêşxistin. Çareseriyên nîvco dê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne."
-Bergiriyên hewcedar tên girtin
Davutoglu destnîşan kir ku digel vê rewşa şer a li herêmê Tirkiye herêmeke ewledar e û ji ber vê yekê kesên ji şer direvin xwe dispêrin me û diyar kir ku tenê ji Kobanê jimara penaberên ku hefteya borî hatin vir hema bêje 160 hezarî derbas bû û wiha axivî:
"Piraniya van kesan birayên me yên kurd in. Ji şer, agir, zilm û tenbûnê direvin û xwe dispêrin Tirkiyeya ku wek hêviyê dibînin. Li hember drama van xaltî û zarokan kî dikare bêdeng bimîne. Mehmetçîk li ber derî pêşwaziya van birayên me dike, li ser navê gelê me hembêzê xwe ji wan re vedike û bi her cure hewceyiyên wan re eleqedar dibe. Di serî de AFAD Heyva Sor û hemû saziyên me bi dil û can ji bo ku vê birînê bicebîrîni seferber bûne."
- Em wekî roja ewil bi biryar in
Davutoglu di axaftina xwe de li ser pêvajoya çareseriyê jî sekinî û destnîşan kir ku di heyama hikûmeta berê de "Pêvajoya Çareseriê" dan destpêkirin û gelek pêş ketin, di vê heyama nû de ji bo ku encameke bi xêr bi dest bixin wek roja ewil bi biryar in û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Hin aliyên xêrnexwaz ên dixwazin ku bandorî boçûna vê pêvajoya bi xêr bikin, ji vê menfeatê bi dest bixin, heta di her derfetê bi kar bîin û vê atmosfera erênî xira bikin û ji bo vê yekê jî hewl didin. Me helwestên bi vî awayî texmîn kiribûn, me ev jî da ber çav û em wisa derketin vê rêyê. Divê her kes baş bizane ku tekane çîroka serkeftinê ya Rojhilata Navîn pêvajoya çareseriyê ye û divê her kes hemû pêngavên ku bi niyedek baş tên avêtin bibîne."
Davutoglu got ku herî zêde gelê herêmê bedêla pevçûnan da û got ku "Em êdî naxwazin xwîn bê rijandin û agir bikeve nav tu malbatê. Em dixwazin ku em bibin yek piştgiriyê bidin hev û kêmasiya çendî salan ji holê rakin, van herêmên xwe pêş ve bibin û ji bo ciwanên xwe yên bê kar qadên îstihdamê vekin."
-Em di vê mijarê de bi biryar in
Davutoglu destnîşan kir ku çiqas dil hatibin şikandin, çiqas mexdûriyet û mehrûmiyet hebin dê hemûyan ji holê rakin û wiha axivî: "Em di vê mijarê de bi biryar in lê ya herî girîng em samîmî ne. Em îro ji her wextê bêtir ji pêvajoya çareseriyê bawer dikin. Lê mijareke ku divê her kesê bi mijarê re eleqedar bizanibe heye, em rê nadin ku tu kes vê pêvajoya çareseriyê bike hincet û bikeve nav helwestên ku aramiya gel xira dikin."
Davutoglu got ku me ji bo her pêngavê çareseriyê stratejî diyar kirine û got ku "Ez wisa bawer dikim ku dahatûya Tirkiyeyê ronahî ye."
news_share_descriptionsubscription_contact
