ANKARA
Serokwezîr Davutoglu partiyên mixalefetê rexne kir û wiha got: "Çeteya paralel piştgiriya wan dike û her tiştî organîze dike ku heyfê hilde, li pey hefyê digere."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Zeytînburnuya Stenbolê di mitînga partiya xwe da xitabî gel kir.
Serokwezîr Davutoglu di xeberdana xwe da destnîşan kir ku dema em bi gel ra dihatin bal hev, hin kesan li pişt perdeyê dek û dolab datanîn û dixwestin me asteng bikin û wiha got: "MHP, CHP û HDP di pişt perdeyê da bi hev ra dikevin nav pêwendiyan. HDP dibêje 'Dibe ku ez bi CHPyê ra koalîsyonê çêkim.' Dibêje 'Heger MHP were jî wê pêvajoya çareseriyê dewam bike.' CHP pasê dide HDPyê. Dibêje 'Ez ê Diyanetê rakim.' HDP jî heman tiştî dibêje. Çeteya paralel piştgiriya wan dike û her tiştî organîze dike ku heyfê hilde, li pey heyfê digere."
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe da wiha got: "Niha tabloyeke wisa derketiye holê ku em lê dinihêrin û dibînin ku hemû bûne yek. Li Pensilvanyayê dixî ji CHPyê deng derdikeve. Li CHPyê dixî ji HDPyê deng derdikeve. Li HDPyê dixî ji MHPyê deng derdikeve. Hemû bûne yek, dixwazin rê li ber hewldana AK Partiyê bigirin. Sê partiyên legal li aliyekî bûne yek û li aliyê din jî sê rêxistinên parelel ên ku piştgiriyê didin vana hene. Pensilvanya, Qendîl û DHKP/C."
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku hin kes dixwazin di ser HDPyê da operasyonan bidin meşandin.